Keskîn: Tirkiye peymana Stenbol pêk nîne 2019-11-25 16:45:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bi minasebeta 25'ê Mijdarê bal kişand ser girîngiya Peymana Îstanbul û wiha got: "Ev peyman girîng e, lê Tirkiye li gorî vê peymanê tev nagere. Divê jin li dijî cudakariya nava xwe jî têbikoşin."  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek şaxên xwe têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê daxuyanî dan çapemeniyê. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê têkildarî 25'ê Mijdarê li avahiya xwe ya Taksimê daxuyanî dan. Li Salona civînê pankarta “Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de tundiya li ser jine polîtîk e rawestînin" vekirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskin li vir pêşkêşiyek kir. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî Xwişkên Mirabel û kesên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û got: "Têkoşîna ku xwişkên Mirabel dest pê kiribkûn îro li vir berdewam dikin." Yolerî piştre bal kişand ser Peymana Îstanbul a di 2011'an de Tirkiye îmze kiriye û Peymana Ewporayê. Piştre daxuyanî xwendin.    Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, der barê Peymana Îstanbul de bernameyek pêşkêş kir û got: "Tirkiye di sala 2011'an de peyman îmze kir. Heta sala 2005'an tu pênaseya bi navê "Tundiya li dijî jinê" di qanûnan de tune bû. Di zagonên Qanûna Ceza ya Tirk de heta sala 2005'an wekî "Sinc" dihat pênasekirin. Dîsa pênaseya tecawizê tune bû. Heta sala 2005'an cînayetê jinê wekî sedema ‘namusê’ dihat pênasekirin. Di sala 2005'an de daxwazên jinan hatin qebûlkirin. Pênaseya tecawizê hat firehkirin. Dewletên ku Peymana Stenbol îmze kirine divê li gorî vê peymanê gavan bavêajin. Tirkiye peyman îmze kiriye lê li gorî vê peymanê gavan navêje."    Dema em dinerin li Tirkiyeyê 144 malên stargehê heye. Lê dema em li rêzefîlman dinerin, malbatan wekî pîroz didin xuyakirin. Namûsê pîroz didin xuyakirin. Tundiyê rewa dikin. Em dibînin ku Tiriye li gorî peymanê nev nagere. Di salên 1990'î de tundiya li dijî jinê red dikirin. Lê niha aşkere tundiyê pêş dixin. Li ser medya civakî tundiyê parve dikin. Jina bi navê Çiçek Kobanê  ji aliyê OSO ve hat girtin û anîn Tirkiyeyê. Niha dikare têrkeve hevdîtinê. Li vir Peymana Îstanbul hatiye îhlalkirin. Gelek mînakên din hene. Ger ku jinên penaber rastî tundiyê hatin û ger ku ev qeydkirî be, divê tu statuya penaberan bide wê. Lê Tirkiye li tu derê statduya penaberan nade panaberan.    Tirkiye 8 salin ev peyman îmze kiriye, lê agahiya dozgeran jê tune ye.    DIVÊ EM LI DIJÎ CUDAKARIYA XWE JÎ TÊBIKOŞIN   Keskin, bal kişan ser wêneyê Ekîn Wan û wiha got: "Bedena wê tazî kirin û li kolanê dirêj kirin. Lê rêxistinên jinan vê yekê nîne rojevê. An jî pir hindik wê tîne rojevê. Dîsa Hevrin Xelef çiwas di rojeva jinan de hat hiştin. Divê em li dijî cudakariya di nava xwe de jî têbikoşin.    EDENE    Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê rapora îhlalên 2019'an ên Edeneyê bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê rapor li avahiya komeleyê aşkere kir. Endama Komîsyona  Mafê Jinan a ÎHD'ê Baran Oner rapor parve kir û got: "Zayend, ziman, çand, reng û baweriya tundiyê tune ye. Cihê ku jin lê heye tundî jî lê heye. Jin li her derê rastî tundiyê tê. Li Edeneyê 13 jin hatin kuştin. 3 Jinan întîhar kir. 6 jin xwestin întîhar bikin. Hezar û 78 jin rastî tundiya hevjînê xwe hatin û ji aliyê hevjinê xwe ve hatin birîndarkirin. Hezar û 960 jin rastî neheqiya hevjînê xwe haitn. 32  jin rastî tundiya zayendî ya hevjînê xwe hatin. 3 jin rastî tecawiza mêr hatin.    HATAY   Komîsyona Mafê Jinê ya Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderûnê jî bi heman armancê daxuyanî da. Cîgira Seroka ÎHD'ê ya Îskenderûrê Ayten Kilinç, diyar kir ku îktîdar tundî û zextên li ser jinê nabîne û tune dihesibîne.    ÊLIH    Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê daxuyanî da. Mêr jî tev li daxuyaniye bûn û piştgirî dan. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Deniz Rumeysa Kaya, diyar kir ku tundiya li ser jinan pir alî ye û wiha got: "Em tu carî li dijî vê tundiyê serî natewînin. Li girtîgehan jî binpêkirina mafan zêde e. Dema wan sewqî nexweşxaneyê û dadgehê dikin rastî tundiyê tên."