Dozger ji Casimê xwest Berfînê bikuje xwest bê cezakirin 2019-11-26 13:09:49 HATAY - Danişîna doza Casim Ozan Çelîk ê li navçeya Îskenderun a Hatayê kezap avêt ruyê Berfîn Ozek, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îskenderûnê hat dîtin. Dozger bi sedema Casim Ozan Çeltîk xwestiye Berfin Ozek bikuje xwest Çeltik bê cezakirin. Ozek jî xwest Çeltîk rastî cezayê herî giran bê.    Di 15'ê Çile de li Navçeya Îskenderûn a Hatayê Casim Ozan Çelîk, kezap avêtibû ruyê Berfîn Ozek û ruyê wê şiwatandibû. Piştî bûyerê Casim Ozan Çeltîk hatibû girtin. Îro 3'emîn danişîna dozê bi sucdariya "Bi kuştina zanebûn" li 1’emin Dadgeha Cezayên Giran a Îkenderûnê pêk hat. Bersûc Çeltîk ji girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişîna dozê bû. Dîsa malbata Ozek û parêzerên wê jî amade bûn. Endamên Platforma Jinan a Îskenderun,  Piştevaniya Mor a Antakya, Dernêner Ceylan Ozgun Ozçelik parlamentera CHP'ê Suzan Şahin jî tev li danişînê bûn.    Dozger xwest bersûc bê cezakirin. Ozek,  jî xwest bersûc bi awayeki herî giran bê cezakirin. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzeran a demê qebûl kir û doz taloqî 7'ê Çileya 2020'an kir.    Piştre malbat, parêzer û endamên Platforma Jinan li pêş Edliyeya Îskenderunê  daxuyanî dan. Prz.  Mehtap Sert, der barê dozê de agahî dan. Sert, xwest dozger bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" ceza bixwaze.