Xwestin kesên ku hatine binçavkirin bên berdan 2019-11-30 13:35:53   ÊLIH – Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Êlihê , bertek nîşanî binçavkirina 30 kesan dan û xwestin demildest bên berdan.     Li Êlihê, polîsan di 27’ê Mijdarê de bi ser malan de girtin û delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), endamên Komeleya Mafê Mirova (ÎHD), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de, bi giştî 30 kes binçav kiribûn.    Dadgehê, li ser daxwaza dozger 4 rojên din jî dema binçavkirina 30 kesan dirêj kiribû.  Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Êlihê, li avahiya partiyê bertek nîşanî operasyona binçavkirinê da. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî tundiya dewletê ya zilam di îsyanê de ne” vekirin.     'DIVÊ BÊN BERDAN’   Endama Meclîsa HDP’ê Nûrten Uzuncu, daxuyanî da û wiha got: “Em dixwazin kesên hatine binçavkirin, demildest bên berdan. Bi van operasyonan dixwazin xebatên saziyên jinan krîmînalîze bikin û pergala hevserokatiyê dikin hedef. Em binçavkirina hevalên xwe şermezar dikin. Ligel van hemû operasyon û binçavkirinan jî emê têkoşîna xwe dewam bikin.”