Buldan: Di hedefa me de teslîmiyet tune, berxwedan heye 2019-12-23 10:45:24 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya li Enqereyê de diyar kir li dijî û polîtîkayên ÎQtîdara AKP'ê tu carî teslîmiyet tune û di hedefa jinan de berxwedan û têkoşîn heye. Buldan, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û anî ziman ku îro pirsgirêka herî mezin neçareseriya pirsgirêka Kurd û dewamkirina tecrîdê ye. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, beriya civîna Meclîsa Jinan a li Navenda Giştî ya HDP'ê li dar bixe, der barê geşedanên di rojevê de axivî. Buldan, ewil jinên di dorpêç û qedexeya bajaran de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got: "Dibe ku hûn di nava me de bi awayekî fîzîkî tune bin. Lê hûn bi biryar, bawerî, têkoşîn û fikra xwe dinava me de ne."    Buldan, anî ziman ku hefteya borî salvegera qedexeya derketina kolanan bû û wiha got: "Me demek tarî derbas kir. Bi taybetî ez dixwazim balê bikişînim ser Dayika Taybet. Cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li erdê ma. Dîsa dema Melek li ser sifrê bû guleya hawanê lê ket û hat kuştin. Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopî Pakize Nayir û endama KJA'yê Fatma Uyar, Asya Yuksel û hemû kesên di qedexeyan de hatin kuştin bibîr tînim. Em baş zanin ku rêya me dirêj e. Têkoşîna me bi îdîa û biryar e. Di vê têkoşînê de her dem komkujî pêk hatiye û niha jî didome. "    Buldan, bal kişand ser kuştina jinan û wiha lê zêde kir: "Di serdema AKP'ê de cînayet û kuştina jinê tu carî neqediya. Li hemberî vê yekê tu carî polîtîkayên tedbîran jî nehat girtin. Ev jî bêtir dibe sedema ku tundî zêde bibe. Bêtir kuştin zêde bibe. Dîsa bi tayînkirina qeyûman mafê bijartin û hilbijartina jinê asteng dike û mafê wan ê siyasetê xezp dikin. Li aliyê din li dijî pergala Hevserokatiyê tundiya siyasetê dikin. Bi ser mala hevşaredarên me yên jin de digirin û çekan dixin serê wan. Mînaka herî dawî bi ser mala Hevşaredara me ya Sûrê Filîz Buluttekîn de girtin û çek xistin serê wê û kurê wê yê 10 salî. Hemû hevşaredarên me bi vê rêbazê tên binçavkirin û bi awayekî neheq tên girtin. Dîsa li Geverê polîs û eskeran bi ser mala Fahrîye Gurbuz de girtin û di serdegirtina malê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Gelek êrîş hene. Tundî gelek zêde heye. Sedemek vê yekê heye. Ji ber ku AKP pir zêde ji jinê ditirse. Ji ber ku ji têkçûnê ditirse. "    PIRSGIRÊKA HEARÎ MEZIN PIRSGIRÊKA KURD Û TECRÎD E    Buldan herî dawî bal kişand ser tecrîdê û wiha axivî: "Yên di krîza aborî de yên herî zêde mafê wan tê binpêkirin û keda wan tê xwarin jin in. Yê herî zêde qîmeta jiyan û jiyandinê zanin jin in. Ji ber ku jin di afirînin. Yên herî zêde dizanin ku herî zêde pêdiviya welat ji aştiyê heye dîsa em jin in. Îro pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd û tecrîd e. Birêz Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de xwest bi rêya aştiyê û diyalogê pirsgirêkê çareser bike. Di vê mijarê de daxuyaniyê jinan ên piştgiriyê dide daxwaza Ocalan di cih de ye û watedar e. Di hedefa me de teslimiyet tune. Di hedefa me de têkoşîn û berxwedan heye. Em wekî meclîsa Jinê ya HDP'ê carek din diyar dikin ku em dê rola xwe bilîzin û mohra xwe li têkoşînê bidin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."