Dozger pêdivî bi lêpirsîna kujerê Şehrîbanê nedît 2017-12-11 09:21:47 WAN - Rûniştina doza kuştina Şehrîban Dînç a hevjînê wê Esat Dînç ew qetil kir, dê di 13'ê Kanûnê de bê dîtin. Dozger lêpirsîna der barê kujer Dînç de bi dawî kir û ferdên malbatê yên piştgirî dan kuştina Şehrîbanê, bê sûc dît û pêwîstî bi lêpirsînê nedît. Li TOKÎ'yên Kevenliyê yên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, di 24'ê Kanûna 2016'an de Esat Dînç (25) hevjîna xwe Şehrîban Dînç (24) qetil kiribû. 1'emîn danişîna doza Dînç dê 13'ê Kanûnê li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin. Serdozgerê Komarê yê Wanê, der barê Esat Dînç de bi sûcdariya "Bi plankirî hevjîna xwe kuştiye" îdianame amade kir. Îdianameya ji 3 rûpelan pêk tê, dozger îdia kir ku der barê van kesan de sûc nehatiye dîtin û ne şopandinê da.   MEHEK MABÛ JI HEV VEQETIN    Şehrîban Dînç 7 salan li malê bi şideta fîzîkî û derûnî ya Esat Dînç re rû bi rû mabû, li ber çavê her du zarokên xwe yên piçûk hatibû kuştin. 5 caran ji bo Şehrîban Dînç biryar hatibû giritn ku parastvan bidin wê. Ji bo Esat Dînç jî biryara "Ji malê dûrxistinê, ji kesayetiyê dûrxistinê" hatibû dayîn. Her wiha ji bo Şehrîbanê ji şidetê biparêzin, ji bo hevjîn Dînç, divê di salekê de "Doza ji hev du veqetandinê, nafaqa, tazmînata madî û manewî" hatibû vekirin û mehek mabû ku ji hev du veqetin, jina ciwan hat qetilkirin.   KURÊ DÎNÇ DEREWÊ WÎ DERXIST   Dînç piştî hevjîna xwe qetil kir, li gund xwe veşart û li wir hat girtin. Dozger îdianameya ku amade kir de, îfadeyên zarokên ku dayika wan li ber çavê wan hat kuştin jî hat girt. Her du zarokên ku piştî dayika wan hat qetilkirin, girtin bin parastinê û bi taybetî îfadeyên kurê Dînç yê 7 salî A.D. jî ketin îdianameyê. Dînç ê hevjîna xwe qetil kir, ev îfade dabû dozgeriyê: "Hevjîna min bi mêrekî re li malê bû, min ew bi hev re girtin. Hevjîna min xwest ji min re astengiyê derxe û min jî ew kuşt." Lê kurê Dînç A.D. îfadeyên bavê xwe derew derxist û dayika wî çawa hatiye kuştin vegot. A.D. diyar kir ku bavê wî Dînç dayika wî Şehrîban bi çekê kuştiye û piştrast kir ku di dema bûyerê de, ji derveyê wan û dayika wan tu kesê xerîb li mal nebûye.   ÇEKA PÊ DÎNÇ HAT KUŞTIN WINDA YE!   Di îdianameya dozger de, li gorî rapora otopsiyê ya Şehrîbanê; beri ku bê qetilkirin şidet dîtiye, sedema mirinê wekî "Di serê wê de şikestek heye û mêjiyê wê zerar dîtiye" hat qeydkirin. Dozger, da zanîn ku çeka ku Dînç pê Şehrîban qetil kiriye jî winda nivîsî.   KESÊN ALÎKARÎ DAN BERAET KIRIN   Ferdên malbatê yên bi navê Çîgdem Yildiz Dînç, Kîbar Dînç, Cabbar Dînç, Muhîttîn Dînç û Mehme Selîm Dînç jî bi hinceta piştgirî dan Esat Dînç, der barê wan de lêpirsîn hatibû vekirin. Lê dozger îdia kir ku der barê van kesan de sûcek nehatiye dîtin û biryara ne şopandinê da.