Gelo li Rezanê çi diqewime: Tacîz kir û çek lê kişand 2017-12-14 10:31:58 AMED - Li Kolana Yusuf Îslam a Rezanê piştî du bûyerên îstîsmar kirina zayendî ya du zarokan, vê carê jî jina du canî ya 23 salî li ber çavên zarokên xwe rastî îstîsmara zayendî hat. Bûyera ku di kamereya ewlekariyê de hat qeydkirin, zilamê nasnameya wî ne diyar çek li jinê kişand û pihîn lêda.     Li Taxa 5 Nîsana navçeya Rezana Amedê, balkêşe ku di mehên dawî de îstîsmarên zayendî û êrîşên li dijî jin û zarok zêdebûne. Bi taybetî li Kolana Yusuf Îslam a Rezanê di rojên dawî de ligel ku 3 bûyerên hatin jiyîn di kamereya ewlekariyê hatin dîtin de jî, bersûc nehatin zevtkirin. Berî du mehan zaroka binavê E.T. û di 10’ê Kanûnê de jî zaroka binavê E.K. rastî îstîsmara zayendî ya heman kesî hatin. Derker holê ku piştî du meh şûnde di heman kolanê de jinek rastî êrîşa zayendî hatibû. Jina du canî ya binavê E.X. a 23 salî ku ji bajarê Heleba Sûriyeyê koçber kirî di saetên serê sibê de gava du zarokên xwe dibirin dibistanê rastî êrîşa zayendî ya zilamekê ku bi paşve nêzî wê bû, hat. Jina baş xwe ve zivirî û bertek nîşan da, vî kesî êrîşî wê kir, dijûn gotinê û pîn lêdan.   ÇEK LÊ KIŞAND    Di vê navberê de êrîşkarê çek li jinê kêşand, piştî jin derp kir dest û milên xwe hejandin û ji cihê bûyerê dûr ket. Jin û zarokên xwe ku mat bûn, balkêşe ku welatiyên derdorê mudaxiyelê êrîşkar nakin. Ew kêliya êrîşê di kamereya ewlekariyê ya marketeke kolanê de hat dîtin.   BI QASÎ DIRÊJIYA RÊ ŞOPAND Û ÊRÎŞ KIR    Jinan ku me xwe gihandê, hîna jî bin bandora şoka bûyerê derneketiye. Jina binavê E.X. diyar kir ku berî çar salan ji ber şerê heyî ji Helebê koçber bûn û di avahiyek bi kirêde rûdin in. Dayîka sê zarokan, ji welidîna wê re 4 meh mane. Jina ku xwest serê sibê zarokên xwe yên keç bibe pola destpêkê ya Dibistan Hîndekariya Seretayî ya Çelebî Eser gava ku ji malê deket, ferq kir ku zilamek wê dişopîne. Zilam bi qasî dirêjiya rê weke ku bi telefonê diaxive, dijûn ji jinê re kirin û heya deriyê dibîstanê şopand. E.X. diyar kir ku zilam nêzî deriyê dibistanê, li ber çavên zarokên wê dijûnan jê re dike û wiha axivî: “Gava tacîzî min kir, min xwe parast. Li ser vê yekê zilam êrîşî min kir û çek li min kêşand. Dema li dijî wî derketin pihîn li min da. Dijûn û heqaret li min kirin. Dijûnên pir giran ji Sûriyeyên hatîn vir re kirin.”       LI BER ÇAVÊN HEMÛ TAXÊ BÛYER HAT JIYÎN    E.X. anî ziman ku êrîş li ber çavên hemû kesên li kolanê pêk hat, lê kesekê mudaxileyê êrîşkar nekir û  wiha got: “Dibe ku ev bûyer bê serê her kesê. Ji ber vê yekê divê hemû kes bi hestiyar tevbigein. Piştî êrîşa zayendî zarokên min pir tirsiyan. Dinava  malê de jî destên min bernadin. Gava zarok kesek biyanî dibînin direvin xwe li pişt min vedişêrin. Ez bi xwe jî ji bûyerê pir bandor bûm. Ez bi şev ranazim. Tê xewna min. Heya ev zilam derve de bigere, ezê rehat ranezêm. Demildest dixwazim bê girtin.”   HÎNA ÊRÎŞKAR NEHATIYE  GIRTIN    E.X. da zanîn ku roja bûyer hat jiyîn giliyê polîsan kir û wiha bi dawî kir: “Ez birim qereqolê, lê ji ber ku wergêr tunebû 4 saetan rawestandim. Piştî îfadeya min girtin, ez birim kontrola tenduristiyê. Ligel ku 4 roj derbas bûn jî, hîna êrîşkar nehatiye girtin. Dixwazim demildest êrîşkar bê girtin.”     MA / Esra Solîn Dal