Li Uşakê jinek hat kuştin 2017-09-28 13:26:13 UŞAK - Hanim Bîrgul a dema ji karê Herêma Pişesaziya Organîzeya Uşakê derdiket de, hevjînê wê yê berê kuşt.   Hanim Bîrgul a 31 salî di dema ji karê Herêma Pişesaziya Organîzeya Tekstêlê ya Uşakê derket û li rawestgeha fabrîkeyê li benda otobusa servîsê bû, hevjînê wê yê berê H.K. ew kuşt. H.K. ê Bîrgul bigiranî birindar kir ji cihê bûyerê reviya. Birgul a ku bigiranî birin dar bû û rakirin nexweşxanê ligel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da. H.K. ê ji cihê bûyerê revî, di serdegirtina di mala xwe lê vedişart de hat binçavkirin.     Derbarê bûyerê de lêpirsîn destpêkir.