Li ser sûrên Amedê awazên jinan 2020-03-02 15:31:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de daketin qadan, diyar kirin ku ewê ji bo jiyan, beden, ked, maf û aştiyê li qadan bin. Jinên ku bi erbaneyên xwe derketin ser sûrên Amedê, bi tilîlî û kincên xwe yên reng û reng 8'ê Adarê pêşwazî kirin.  Koma Aheng a Tevna Jinê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li ser sûrên Amedê pêşandan kir. 40 jinên li Komeleya Çandê ya Dîcle kom bûn, bi kincên herêmî yên reng û reng ên li xwe kirin û bi erbaneyên xwe meşek li dar xistin.    Jin ji Komeleya Dîcleyê heya Cadeya Melîk Ahmet a navçeya Sûrê meşiyan û ji wir jî heta Bircên Ben û Senê hatin û bi erbaneyên xwe derketin ser sûran. Jinên ku li ser sûran rêz bûn, bi berzkirina tilîliyên xwe û lixistina erbanayan, li Amedê olan dan. Jinan bi erbaneyên xwe heya saetekê pêşandina ritimê kirin. Ev pêşandana jinan rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat. Jinan piştî pêşandina lêxistina erbaneyan, dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin û dûre belav bûn.    EDENE    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê, bi boneya  8'ê Adarê, dest bi lidarxistina çalakiyan kir. Civîna jinan li avahiya HDP'ê ya bajêr hat lidarxistin û pankarta "Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin, emê di 8'ê Adarê de li qadan bin" hat vekirin.    Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edenê Saniye Seçkîn, di civînê de axivî û got: "Emê di 8'ê Adarê de li qadan bikin û têkoşîna xwe  ya rêxistinbûyînê mezin bikin. Emê li qadan daxwazên xwe yên wekhevî, aştî, demokrasî û azadiyê biqîrîn. Emê xwedî nirxên jinan derkevin. Emê vîn û rêxistinbûyîna jinan bihêztir bikin. Emê piştevaniya jinan mezintir bikin. Em ê li dijî kedxwariyê, şer, tecrîd, tundî, hişmendiya serdest a zilam, newekheviya zayendî ya civakî, xizantî, cihêkarî, nijatperestî û netewperestiyê di hemû zemînên demokratîk de têkoşîna xwe ya rêxistinbûyînê mezintir bikin."    Seçkîn, dûre bernameya xwe ya çalakiyên heya heftiyekê li dar bixin bi jinan re parve kir.    JI BO TEVLÎBÛNA MÎTÎNGÊ BANG KIR    Platforma Jinê ya Edenê jî, bi boneya 8'ê Adarê di ketina Kolana Çandê ya li ser Cadeya Çakmak daxuyanî da çapemeniyê. Sevîl Araci Bek li ser navê platformê axivî û wiha got: "Emê roja Yekşemê li bajêr mîtîngê li dar bixin. Ji bo azadî û aştiyê em hemû jinan vedixwînin mîtînga 8'ê Adarê. Emê ji bo jiyan, beden, ked, maf û şatiyê li qadan bin."   Jinan piştî daxuyaniyê, belavokên banga tevlîbûna mîtînga 8'ê Adarê de bê lidarxistin, belav kirin.    RIHA    Komîsyona  Mafê Jinan a Baroya Rihayê, bi pêşangeha wêneyan starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da.    Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Rihayê, bi vekirina pêşangeha wêneyan starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da. Wênesaz Sîbel Acar, Medya Uren û Serap Kartal wêneyên xêzkiribûn li salona ketina baroyê hatin pêşandan. Wêneyên bi temaya jinê hatibûn xêzkirin, rastî eleqeyek mezin hatin. Pêşangeh wê di nava rojê de ji ziyaretvanan vekirî bimîne.    Jinan piştî nîvro jî belgefilma bi navê "Zaroka min" li salona Konferansê ya Tahir Elçî temaşe kirin.    ŞIRNAX    Jinan li navçeya Cizîr a Şirnexê, bi heman armancê li halên fêkî û zebzeyan geriyan û qûnefîl belav kirin. Li navçeya Sîlopî jî, aktîvîstên TJA'yê, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, ji bo tevlîbûna mîtînga 8'ê Adarê ya roja Yekşemê bê lidarxistin bang kirin. Jinên TJA'yî li Taxa Başak a Silopî jî, qurnefîl û belavokên vexwendina mîtîngê belav kirin.    MÊRDÎN    Aktîvîstên TJA'yê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, li navçeyên Dêrik û Stewrê yên Mêrdînê hatin gel hev. Jinan di hevdîtinê de belavok belav kirin û ji bo çalakiyên 8'ê Adarfê bang kirin.    MÊRSÎN    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê, bi boneya 8'ê Adarê bernameya helbestan pêk anî. Gelek jin beşdarî bernameyê bûn.   'EM Ê TU CARÎ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'   Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer, di bernameyê de axivî û wiha got: "Ligel hemû zext û êrîşên desthilatdariyê jî, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Emê 8'ê Adara îsal jî, mîna her salê bi coşek mezin pîroz bikin. Emê li dijî komkujî, tecawîz, kedxwarî û tundiya li ser jinê dakevin qadan û daxwazên xwe biqîrîn."   Piştî axatinê, sînevîzyona dîroka têkoşîna jinan vedibêje, hat pêşandan. Bername bi xwendina helbestan û gotina kilaman bi dawî bû.    SÊRT   Bi nêzbûna 8'ê Adarê jinan zend û bendê xwe girêdan û dest bi xebat û çalakiyan kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlih û Sêrtê dest bi xebatan kirin. Li Sêrtê jinan li kolanan qurnefîl belav kirin û li Êlihê jî ji girtiyên jin re kart hatin şandin.    Bi tevlîbûna parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş, hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkis Epozdemîr, hevşaredara HDP'ê ya Hawêl Ozden Gulmez li taxa Xanahawêla Hawêl û li bajaroka Veysel Karanî qurnefîl belav kirin û vexwendin mîtînga 8'Adarê kirin.     ÊLÎH    Li Êlîhê jî xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin. Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinên HDP'ê bi tevlîbûna hevşaredara Êlîhê Songûl Korkmaz, endamên rêxistina HDP'ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji jinên girtî re kart şandin.