Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt' 2020-03-04 10:42:07 DERSIM - Li Dersimê, çawişên pispor ku li ber wargehên xwendekarên jin cirîdan davêjin, tacîz û tecawizê xwendekaran dikin û ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin dikin jî dibêjin,  'Me kurdeke din jî kuşt'. Dersim, bi bûyerên tacîz û tecawizê û windabûna Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû di rojevê de ye. Çawişên pispor ku li ber Wargeha Xwendekaran a Tûncelî û Wargeha Xwendekaran a Ehlîbeyt ên xwendekarên jin li wan dimînin, di wesayîtên xwe de radiwestin, li ser medya civakî bi xwendekaran re dikevin têkiliyê. Çawisên pispor ku bi pergal û rêxistin dixebitin, ji bo her xwendekara ku dixînin jî dibijên, 'Me kurdeke din jî kuşt'. Xwendekarên ku bi taciz û tecawiza çawişên pispor re rû bi rû dimînin an dev ji zanîngehê ber didin an jî întîhar dikin.    Rojên borî xwendekareke ku hatiye tecawizkirin rakirine nexweşxaneyê û ji bo ku giliyê çawîşên pispor neke, jê re bûrs girêdane. Tê gotin ku ji ber vê tacîz û tecawiza çawişen pispor, li wargehên xwendekarên jin timik mijara "kurtajê" tê axaftin û nîqaşkirin. Xwendekarên ku bi wayekî tund  li dijî vê yekê dertên û serî li rêyên hiqûqî didin jî tên bêdengkirin û ser bûyeran tê girtin. Tê gotin ku van bûyerên li Dersimê li dijî jinan tên kirin, polîtîkayeke taybet e.   Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê Berîtan Akdag û Hivda Tekkaynar, têkildarî bûyerên li bajar axivîn.    ‘POLÎTÎKAYÊN TAYBET PÊK TÊN'   Xwendakara Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Mûnzûr Berîtan Akdag, diyar kir ku di rojên dawîn de wesayît li derdora wargehê digerin û wiha got: "Van kesan hevalên me yên jin dikin tora xwe. Bifikirin hevalên ku bi me re tevlî çalakiyan dibin, êvarê diçin cem van kesan. Em dizanin ku van mirovan bi çi niyetê nêzî me dibin. Van mirovan ew kesên ku dixwazin çand, ziman û nasnameya me tune bikin. Divê ku hevalên me di vê ferqê de bin. Dema ku hevaleke me bi çawişê pispor re axivî, dengê "Me kurdeke din jî kuşt" hat me. Hewl didin xwe bi ser medya civakî ve bigihînin me. Ser bûyeran tê girtin. Beriya çend rojan bûyereke tecawizê ket çapemeniyê. Li ser bûyerê hat girtin û tu agahî nehatin bidestxistin. Di vê rewşê de ya hevalên me dev ji zanîngehê ber didin an jî bajar terk dikin. Sedema van kesan a li Dersimê diyar e. Bi tevahî polîtîkayeke taybet pên tînin."   'SER GELEK BÛYERAN TÊ GIRTIN'    Xwendekar Hivda Tekkaynar jî destnîşan kir ku li Dersimê berpêbûniyeke zêde li ser xwendekarê zanîngehê heye û ev tişt anî ziman: "Li taxa Ataturkê hejmareke zêde çawişên pispor hene. Tenê armanceke wan heye ew jî ew e ku xwe bigihînin jinan û tevna bajar xera bike. Em bûn şahid ku li wargehê jinên ducanî zarokên wan ji ber wan çûn. Van bûyeran ji aliyê kesên ku dikin ve tê veşartin û ser tê girtin. Mînak beriya 2 mehan çaişek pispor tecawizê jinekê kir. Ev jin dema ku ji ber vê yekê xwest întîhar bike, ji aliyê hevalên xwe ve hat ferqkirin û hat astengkirin. Bûyera Gulistan Dokû jî yek ji van bûyeran e kuy dewlet dixwaze serê bigire. Em weke întîharê lê nanêrin. Heke întîhar be jî sedemeke vê yekê heye. Divê em vana bibînin."