Jinên girtî bi nameyan tev li Konferansê bûn 2017-12-16 14:12:37 ENQERE – Siyasetmedarên jin ên girtî bi nameyên ku ji 8’emîn Konferansa Meclîsên Jinan a HDK’ê re şandin di konferansê de cihê xwe girtin. Siyasetmedaran di nameyan de xwest ku HDK binpêkirina mafê mirovan ên li girtîgehan têxe bernameya xwe.  Siyasetmedarên jin ên girtî bi şandina nameyan beşdarî 8’emîn Konferansa Meclîsên Jinan a HDK’ê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û Hevseroka DBP’ê ya Giştî Sebahat Tuncel ku li Girtîgeha Kandirayê girtî ne, name şandin konferansê. Dema nameyên hevserokan hat xwendin ji aliyê jinan bi çepikan hat silavkirin.    Nameyên Yuksekdag û Tuncel wiha ne:    Fîgen Yuksekdag:    “Jinên dilovan, hevrêyên hêja, xwişkên min merhaba ji we re. Bi saya we em ji mekanên tecrîdkirî diherikin wargehên azad. Ez bi rûhê têkoşîna hevpar û yekîtiyê we silav û hembêz dikim. Li ku dibe bila bibe, Meclîsa Jinan a HDK’ê ji bo me stargeha dayik û jinê ye. Em azadî û hişmendiya xwe ne ji ji stargeha kal û bav em îlahama van têgehan ji çavkaniyên stargeha HDK’ê digirin.    Mirov nikare liv û tevger û hilberîna Meclîsa Jinan a HDK’ê ji nedîtî ve bê. HDK 6 sal e ji bo civakek nû û siyasetek nû rêwîtiyek pîroz daye destpêkirin. Ev rê ji bo azadiya jinan û xebatên jinan dibe pêşeng û fikiriya azadiyê bi me dide nasîn.    Bêguman jji bo cîhanek û jiyanek din milê pêşengiya bêrîkirin û têkoşînê jin in. Yên ku ji vê yekê fêm nakin hemû projeyên wan dê têk biçin. Desthilatdariya îro hin bêtir ji têkoşîn û rola jinê ditirse û bi vê tirsê êrîşî têkoşîna jinan dike. Îro êrîşkariya dewletê xwe baş dide nîşandan ku bi her awayî êrîşî girse û têkoşîna jinan dike. Hemû dijminahiya li dijî têkoşîna jinê ya zilam-dewletê rêxistinek organîze ya sûc e. Ev pergal xwe pûç dike û xwe bi xwe dikuje.    Meclîsa Jinan a HDK’ê çavkaniya morale xwe ji şoreşa jinên Rojava û li her qada jiyanê ji jinên serhildêr digire. Ez bawerim dê Meclîsa Jinan a HDK’ê tenê bi rê nîşandanê sînor nemîne û di heman demê de ji bo azadiyê dê riyên nû vebike.    Em jî wek hemû pêkhateyên HDP’ê bi hemû kesên azadîxwaz û demokrasîparêz û edaletdaxwazan re bi meşin. Em wej siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Kandiriyê konferansa we bi dil û can silav dikin. Em bejna xwe li ber bîranîn û têkoşîna hemû cangorî û jinên azadîxwaz ditewînin.”    Sebahat Tuncel:   “Hevrêyên me yên têkoşînê yên têkoşîna azadî, wekhevî, aştî û demokrasiyê dimeşînin, ji bo jiyaneke din têkoşînê bi pêş dixin. Em bi hêvjiya azadiyê ya li zindanan, hevrêyên xwe yên li derve têkoşînê didin, silav dikin.   Roja ku HDK hatiye avakirin û heta niha, di her kêliya têkoşînê de jinan cih girtiye, ji bo her cure êrîşên li dijî jinê rawestin, têkoşîna xwe bi pêşxistin. Di vî warî de têkoşîn derxistina pêş û di warê dîtinbarî de ispatkirina wê gelekî girîng e. Em hemû hevalên xwe yên di vî warî de ked dane pîroz dikin.   Rejîma OHAL'ê herî zêde bandorê li ser jiyana jinan dike, qadeke ku jin bêhnê lê bigirin nehiştiye, jin di malê de hepis kiriye. Zêdebûna kuştinên jinan, şideta li dijî jinê, îstismara zayendî ne tiştekî tesadufî ye. Şideta mêr a zêde bûye jî dixwaze jinan ji qadên cemaweriyê dûr bixin û hemû polîtîkayên kevneşopiya wan kûr ên wekî zayendîperestî, nijadperestî, bi serê xwe meseleyeke tekakesî nîne.   Hevrêyên dilovan, ji ber ku ez der barê şîara lijneya me ya giştî de ne xwedî agahî me, min xwest bi tiştên ku min li jorê nivîsiye, piştgiriyê bidim. Hêvîdarim 'Ez ji derveyê rojevê nemame.' Em wekî Gulten Kişanak, Edîbe Şahîn, Nurhayat Altun (Hevşaredarên me), Selma Irmak, Çaglar Demîrel, Gursel Yildirim, Fîgen Yuksekdag, Aysel Tugluk û girtiyên siyasî û ez Sebahat ên li Kandirayê tên girtin, em we ji nêz ve dişopînin.   Em wekî jinên endamên tevgera jinê, hemû xebatên der barê jinê de, gelekî bi nirx dibînin. Meclisa Jinên HDK'ê, dê bibe dengê jinên li hundur û wî dengî bigihîne jinên li derve. Dê li derve û hundur hevgirtina jinê bi pêş bixe, di her warî de derfetan bi pêş bixe. Bi taybetî di demên dawî de li girtîgehên Tarsus û Xarpêtê, li dijî jinan îşkenceya sîstematîk û êrîş pêk tên, divê pirsgirêkên jinên girtî bikevin rojevê, li dijî tecrîd û polîtîkaya îzalasyonê, li djî xespkirina maf û azadiyan, itiraz zêde bin û hevgirtina jinê bi her warî de derkeve pêş."