Sîwana Xemrî: Jinên di stargehan de mîna ku sûc kirine, tên cezakirin 2020-03-05 11:28:28 STENBOL - Yek ji dildarên Mor Çati Ayşegul Ozadak, derbarê pirsgirên jinan ên di stargehan dijîn de axivî û got: “Jin di stargehan de mîna ku sûç kiribin tên cezakirin. Ji ber pirsgirêkên di stargehan de tên jiyîn, jin ditirsin ku serlêdan bikin.” Li Tirkiyeyê, ji ber kêmbûna stargehên parastinê û pirsgirêkên di stargehan de tên jiyîn, pirsgirêkên jinan ên rastî tundiyê tên nayin çareser kirin. Li Tirkiyeyê bi giştî 145 malên stargehê yên parastina jinan hene. Li Stenbolê jî, ku 15 mîlyon mirov lê dijîn tenê 5 malên stargehê hene. Li gorî Qanûna Şaredariyê, li bajarên ku nifûsa wan 100 hezarî derbas dike, divê şaredariya wî bajarî mala stargehê veke. Ev kêmbûna stargehan, dibe sedem ku pirsgirên jinan çareser nebin û jin neyin parastin.    Yek ji dildarên Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati (Sîwana Xemrî) Ayşegul Ozadak, derbarê malên stargehên heyî, pirsgirêkên ku jin dijhîn û daxwazên jinan de axivî.    ‘JIN MEHKÛMÊ TUNDIYÊ TÊN KIRIN’   Ozadak, diyar kir ku hemû jinên ku serî li stargahan didin, divê bê pirsyarî bên girtin û wiha axivî: “Mixabitin jinên ku serî li stargehan didin, bi hincetên ‘Vegere mala xwe, ma ev jî tundiye? Hevjînê te ye, tu ne zewiciyî jî’ serlêdanên wan tên redkirin û jin paşve tên şandin. Dîsa kes guh nade jinên ku serlêdan dikin. Ji ber van hemûyan, jin bi fikarin ku serlêdan bikin. Ev nêzîkatiyên wiha jinan dubare mehkûmê tundiyê dikin.”    ‘NE STARGEHE, GIRTÎGEHE’   Ozadak, dest nîşan kir di stargehên heyî de, jinên ku rastî tundiyê hatine, mexdûr dibin û wiha  got: “Weke ku jin hatibin bentlanê û mêvantiyê. Têgîna ku wê jin heya demekê betlana xwe bikin û dûre ji wê derê herin di stargehan de hatiye avakirin. An jî jin weke ku sûc kiribin, tên cezakirin û hespî girtîgehê tên kirin. Telefonên wan ji wan digirin. Destûr  nadin ku bi şev derkevin derve û çûyîna wan kar tê astengkirin.”   ‘JIN DIKEVIN REWŞEKÊ WISAN KU TUNDIYÊ QEBÛL BIKIN’   Ozadak, da zanîn ku malên stargehan, weke pergala artêşê tê birêve birin û wiha bilêv kir: “Saet û demên xwarin û vexwarin, ketin û derketin in malên stargehan sabitin. Li gel vê yekê gelek pirsgirêkên din jî hene. Jin ji derveyî saetên xwarinê nikarin weke din xwarin bixwin. Dema rewş wiha dibe, jin jî dikevin rewşekê wisan ku tundiyê qebûl bikin.”    Ozadak, anî ziman ku jinên ku di stargehan de dijîn, divê pêdiviyên xwe yên takekesî bi cih bînin û wiha pê de çû: “Malên stargehan ne tenê ji bo ku jinên lê bimîni ne. Di heman demê de, divê hemû piştgiriyên civakî bigirin. Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê divê xebat bên kirin. Lê ev yek di stargehan de tuneye. Jin di malên stagehan de jiyana girtîgehan dijîn. Mekanîzmeyakê lê gilî bikin jî tuneye. Ji ber vê jin neçar dimînin ku paşve vegerin cihê ku tundî lê tê kirin. Xwezî her stargehe mîna rêbazên femînîst bihatan bi rêve birin.”    ‘DIVÊ HEJMARA STARGEHAN BÊ ZÊDEKIRIN’   Ozadak, bal kişand ser kêmbûna stargehan û wiha got: “Di stargehên heyî de divê alîkariyên civakî zêdetir bibin. Divê biryarên keyfî ji holê bên rakirin û mafên jinan bên dayîn. Niha stargeh pir kêmîn. Lazime ku stargeh bên zêdekirin. Hemû rêxistinên jinan jî dixwazin ku stargeh zêdetir bin.”   ‘JINÊN CIWAN LI DIJÎ TUNDÎ Û ZEXTAN DERDIKEVIN’   Ozadak, diyar kir ku di sala 2019’an de herî zêde jinên ciwan serî li stargehan dan û wiha domand: “Herî zêde jinên ciwan, li dijî tundiya di nava malê de derdikevin û serî li stargehan didin. Êdî jin ketine vê zanebûnê. Divê ev bê zêdekirin.”   Ozadak, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û banga tevlîbûna çalakiyan li hemû jinan kir.