Mahajera îranî: Li sînor jinên penaber bi tacizê re rû bi rû dimînin 2020-03-08 09:04:24   ÎZMÎR - Penaber Farah Mahajer a îranî, 7 sal berê bi hêviya ku biçe Ewropayê hatiye Tirkiyeyê. Mahajer, tiştên li Tirkiyeyê hatine serê wê gotin. Mahajer, anî ziman u hefteyeke jinên penaber ên li sînor tên tacizkirin.    Piştî li Îdlîbê gelek eskerên Tirkiyeyê mirin, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan gotibû, "me deriyên sînor vekirin" û piştî vê daxuyaniyê gelek penare ber bi sînor ve hatibûn guhastin. Yek ji van penaberan jî Farah Mahajer a îranî ye. Mahajer, 7 sal berê bi hêviya ku biçe Ewropayê hatiye Tirkiyeyê. Mahajer, tiştên li Tirkiyeyê hatine serê wê gotin. Mahajer, anî ziman u hefteyeke jinên penaber ên li sînor tên tacizkirin.    Mahajer, gava hatiye Tirkiyeyê di gelek komeleyên penaberan de xebitiye û niha hewl dide biçe Avûstûryayê. Mahajer, anî ziman ku ji ber ku jinên penaber ên li Tirkiyeyê bi tirkî nizanin nikarin bixebitin û got, loma nikarin daxilî nav jiyana civakiyî bibin. Mahajer, destnîşan kir ku jinên penaber nikarin ji mafên perwerdehî û tenduristiyê sûdê bigirin û got, jinên penaber ên dixebitin jî ji ber tacizê betal dibînin.    'EM PÊWENDIYÊ BI YÊN SER SÎNOR RE DATÎNIN'    Mahajer, diyar kir ku ew pêwendiyê bi penaberên çûne sînor re datîne û got, bi rêya medyaya civakî gelek jê wêne û vîdeoyan dişînin. Mahajer, anî ziman ku dîmenên jê re tên şandin dîmenine sawnak in. Mahajer, destnîşan kir ku li ber çavê her kesî mirov tên îşkencekirin û got: "Di 6 rojan de ji ber mudaxileyên Yûnanîstanê gelek malbat hev winda kirine. Em penaber pêwendiyê bi hev re datînin û hewl didin ferdên malbatan ên windayî bibînin. Telefonî jinên li ser sînor dikim. Jin, diyar dikin ku tim tên tacizkirin. Ev tişt di weşanên zindî de tên kirin. Cîhan tev temaşe dike, lê kes tiştekî nake. Em tenê dixwazin bijîn."    ‘WÊ ZAROK JI BÎR NEKIN'    Mahajer, anî ziman ku piştî şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye Tirkiyeyê deriyên xwe vekirine, lê belê hê jî ji bo mafên penaberan polîtîkayeke wê tuneye. Mahajer, got: "Bi salan e em li vira ne. Ji ber ku statuya penaberan nayê dayîn, ne karek me heye ne jî malek me. Jinên penaber jî ji ber ku bi tirkî nizanin nikarin daxilî nav jiyana civakiyî bibin. Mafê wan î sereke; mafê perwerdehî û tenduristiyê tê binpêkirin. Ji ber peymanên bi YE'yê re hatine çêkirin em mehkûmî van şert û mercan hatine kirin. Bi salan e em bûn amûra siyaseta siyasetmedarên Tirkiyeyê. Her cara ku Erdogan ditengije, me dike amûr. Dewletên ji xwe re dibêjin em 'keleha demokrasiyê', 'welatê azadiyê' ne jî tenê temaşe dikin. Niha jî ji ber manewrayeke siyasî em ber bi sînor ve tahm dan. Ên van tiştan dikin bira nebijin 'em misilman' in. Ji bo pereyan mirov şandin sînor. Ev ne qaydeyek mirovahiyê ye. Helbet em ê rojekê vê rêya ku em ji bo jiyaneke baş ketinê temam bikin. Lê em li kuderê dibin bila bibin, em van tiştan ji bîr mekin. Wê zarokên ji ber gazên dewletan xwe di hemêzên diya xwe de vedişêrin van tiştan ji bîr mekin."    ‘BIRA VÊ ZILMÊ BIDIN SEKINANDIN'    Mahajer, got: "Bira siyasetmedarên Tirkiyeyê xwe bêdeng nekin. Gava televîzyonê vedikin, dîmenên jin û zarokan dibînin bira empatiyê çê bikin. Heger wijdanê wan hebe wê vê zilmê bidin sekinandin."    JI BO 8'Ê ADARÊ GAZÎ KIR    Mahajer, destnîşan kir ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn jin tên kuştin, mafên jinan tên binpêkirin û destkeftiyên wan bi awayekê bêhiqûqî tên desteserkirin. Mahajer, ji bo 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê gazî jinan kir û got: "Em jin bi rihetî tên kuştin. Kesên tacizê dikin, kujer nayên cezakirin. Werin em li dijî vî şerî, li dijî kuştinê, ji bo mafên xwe bêjin 'êdî bes e' û di 8'ê Adarê de bên cem hev du."    MA / Sevda Aydin