Jinên Dersimî: Gulistan Dokû li kuderê ye? 2020-03-08 16:00:56   DERSIM - Çagla Yolaşan, di şahiya Paltforma Jinan a Dersimê de diyar kir ku jin bi xwedîderketina jiyan, ked, laş û nasnameya xwe qadan têje kirine û aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ku nêzî 2 mehan e winda ye pirsî.    Paltforma Jinan a Dersimê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li kuçeya hunerê ya bajar meşek li dar xist. Jin bi daxwaz û kincên xwe yên reng rengî li Qada Seyît Riza hatin gel hev û li pişt pankarta "Li dijî qrîz, komkujî û tundiyê ji bo jiyanê berxwedan, ji bo wekheviyê em têkoşînê mezin bikin" li hev kom bûn. Her wiha jinan dowîzên ku li ser wan nivîsên mîna "Zayend ne di laş de di gotinê de ye" , "Ji kargehan heta kuçeyan wê jin serkeftinê bînin" , "Gulistan Dokû li kudere" hilgirtin û dûrişmeyên "Bijî piştevaniya jinan" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Ji bo demeke kurt li ber kilaman govend jî gerandin.    Piştî gerandina govendê li ser navê platformê Çagla Yolaşan axivî. Yolaşan, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyan û wiha got: "Jin serê xwe ji tundiyan re danaynin, li her derê li ber xwe didin û dîrok dinivisînin. Bi xwedîderketina jiyan, ked, laş û nasnameya xwe xwedî derdikevin û qadan têje dikin." Yolaşan, di berdewamê de bal kişand ser rewşa windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû û aqûbeta wê pirsî û got ku Gulistan Dokû li kuderê ye.   Piştî axaftinan jinan li be def û zirneyan govend gerand.