Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê: Siyaseta jin têde tune ne ne demokratîk e 2020-03-08 16:09:50 WAN - Berdevka Meclîsa Jinan HDP a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di şahiya jinan a li Wanêde axivî û diyar kir ku siyaseta ku jin têde tune be demokratîk nabe û wihagot: "Em ê li dijî tecrîd û şer aştiyê bi rêxistin bikin."  Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebat 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya “Em berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" li Wanê şahiyek li dar xistin. Jinan li salona şahiyê pankartên “Jinên ciwan tirsa faşîzmê pêşenga berxwedanê ne", "Jina têdikoşe xweşik dibe, jina xweşik dibe azad dibe û tê hezkirin" û "Em di azadiyê de bi israr di tekoşînê de bi biryarin" vekirin. Jin bi cilên xwe yên herêmî yên spî û xemrî tev li şahiyê bûn û salon bi rengê cuda xemilandin.    ‘8'Ê ADARÊ ROJA BERXWEDANÊ YE'    Şahî bi rêzgirtin û “Çarxa Şoreşê” dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Tuşba Edibe Babur axaftina vekirinê kir û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Babûr anî ziman ku 8'ê Adarê roja têkoşînê ye û wiha got: “Hevserokatî xeta me ya xemrî ye." Hevseroka HDP'ê ya Wanê Oznur Bartin jî anî ziman ku çi dibe bila bibe dê têkoşîna jinan mezin û xurt bikin. Piştrre jinan sinevizyona hatiye amadekirin temaşe kir. Jinan li salonê bê navber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin. Piştre hunermend Xece Yaşar derket ser dikê û jinan li ber stranan govend gerand.    Cîgira Seroka Partiya Azadî û Mirov Menîce Gulmez, jî xwest jin bi yekîtiya xwe  pêşengiya yekîtiya neteweya Kurd bikin û wiha got: "Kurd nebin yek dê her dem di bin zextan de bijîn."    Aktîvîsta TJA'yê Gulcihan Şimşek jî anî ziman ku îro jin li cîhanê li dijî faşizmê şerekî dijwar dimeşînin û wiha got: "Jin li Şilî, Lubnan, Misir û Rojavayê Kurdistanê li car aliyê cîhanê li ser piyan in. Jinên Kurd ji bo pergala Hevserokatiyê têkoşînek mezin da. Îro jî li dijî eniya AKP û MHP'ê ya faşist têdikoşin."    ‘JIN DÎL TÊN GIRTIN   Berdevka Meclîsa Jinan HDP a HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî axivî û diyar kir ku siyaseta ku jin têde tune be demokratîk nabe û wihagot: "Em ê li dijî tecrîd û şer aştiyê bi rêxistin bikin. Îro jinên pêşengiya têkoşîna jinan dike dîl tên girtin. Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel dîl girtî ne. Em wan silav dikin. Em soz didin wan. Teqez em ê deriyê wan zindanan vekin. Herî zêde jin dibin mexdûrên şer û tundiyê."     'LI DIJÎ TECRÎDÊ EM TÊBIKOŞIN'    Başaran, anî ziman ku piştî îlana OHAL'ê zextên zêde didomin û wiha got: "Ji ber polîtîkaya şer Birêz Ocalan ji 1999’an heta niha di tecrîda giran de tê girtin. Ji OHAL’ê niha nêzî 5 salin di bin tecrîda mutlaq de ye. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê. li ser hemû jinan tecrîd tê meşandin. Ji ber vê yekê divê em hemû bi hevre li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Îro ji bo her kesî demokrasî lazim e. Bêyî jinan demokrasî nabe. Siyaseta demokratîk pêş nakeve. Bi tayînkirina qeyûm re pergala Hevserokatiyê kirin hedef. Qeyûm li dijî polîtîka û projeyên jina azad e. Lê Hevserokatî mafê me yê rewa ye. Em tu carî ji vê pergalê paşve gavan navêjin."    Şahiyê bi stranên Koma Sor Jiyan berdewam kir.