Jinan 'Qanûna miftîtiyê’ şermezar kirin 2017-09-28 16:09:00 HATAY - Plarforma Jinan a Îskenderunê di çarçoveya şîara “Ev qanûn wiha naçin” qanûna miftîtiyê şermezar kirin.  Platforma Jinan a Îskenderunê, li dijî Qanûna Miftiyan, li Şaxa Egîtîm Sena Îskenderunê civîna çapemeniyê lidarxist.  Berdevkê Demî ya Platroma Jinan Fatma Çinar di civînê de axivî û diyar kir ku bi OHAL’ê re êrîş, tundî û komkujiyên li ser jinan zêdetir bûne.    Çinar da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê bi rêzikname û qanûn tewş ên li darxistî, dixwaze hemû destkeftiyên jinan ji holê rabike. Çinar anî ziman ku ew ê li dijî hikûmeta AKP’ê ya dijminantiya jinan dike derbikevin û wiha got: “Bi gotina ‘Ev qanûn wiha naçin” em tên gel hev. Em ê heya dawiyê li dijî qanûnên ku AKP’ê derxistin têbikoşin. Em 'Qanûna miftîtiyê' bi tundî şermezar dikin."      ‘EM Ê TEQEZ QEZENC BIKIN’   Çinar dest nîşan kir ku dibin navê “Qanûna Xizmeta Nifûs û Pêşnûmeya Daîrî ya Guhertina di hinek Qanûn da” dixwazin li dijî zarokan îstîsmarê pêş bixin, têkoşîn û destkeftiyên jinan tune bikin.  Çinar bilêv kir ku ew ê li hemû tax, koçe, dibistan û fabrîqeyan bên gel hev û pêşeroja xwe bi hêviyek mezin avabikin. Çinar di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Teqez em ê qezenç bikin.”