Hat îdîakirin ku li Mîdyadê jinekê xwe kuştiye 2020-03-09 14:41:15   MÊRDÎN - Hat îdîakirin ku gundekê Midyadê jina bi navê Aygul A. xwe kuştiye.    Li Gundê Tînatê ya navçeya Midyad a Mêrdînê, hat îdîakirina ku jina bi navê Aygul A. xwe întîhar kiriye. Hat diyar kirin ku cenazeyê Aygul A. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û piştî otopsiyê wê li gund bê definkirin.    Li aliyê din, hat destnîşan kirin ku hevjînê Aygul A. yê bi mehra mele E.B. ji bo îfadeya wî bê girtin birine qereqolê û hîna jî karê îfade girtina wî dewam dike.    Welatiyên gund, dan zanîn ku E.B. ragihandiye ku Aygul A. întîhar kiriye.