Jınan li Rihayê gotin dê tecrît winda bike 2017-09-28 17:34:41 RIHA - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di panela TJA’yê de axivî û wiha got: “Ocalan di tecrîtê de be jî ramanên wî dikevin jiyanê.” Parlamentera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp jî diyar kir ku kilîda aştiyê di destê Ocalan deye.  Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kanpanyaya “Dê tecrîd winda bike, azadî qezenc bike” ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  dan dest pêkirin, li Rihayê panêlek lidarxistin. TJA heya sê rojan dê li Riha û navçeyên wê çalakiyan lidarbixin. Parlamenterên HDP’ê Dîlek Ocalan, Sîbel Yîgîtlp, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a (KCD) Leyla Guven, Aktîvîsta TJA’yê Gulcan Şîmşek û gelek jin beşdarî panela li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Halîliyê hat derxistin, bûn. Pankarta “Em ê komkujiya li ser jinan rawestîn in, jiyanê azad bikin” li salonê ve hat kirin. Berî panêlê polîsan derdora avahiya HDP’a nevçeyê girtin û nasnameya kesên xwestin bên avahiyê kontrol kirin.      Piştî deqeyek rêzgirtinê Parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan axaftina vekirina panêlê kir. Ocalan bal kişand ser girîngiya kampanyayê ya li dijî têcrîdê û wiha got: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe, dê jin di  pêşengtiyê de bi israr bin.”    'EV FAŞÎZM Û DÎKTATORIYE'   Piştî Ocalan, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a (KCD) Leyla Guven, axivî û wiha got: “Polîsan derdora avahiya me girtiye. Ev faşîzm û dîktatoriye. Li dijî van hemû êrîşan gel xwedî partî û rêberê xwe derdikevin. Gelê kurd tu carî Roboskê, Dayika Taybet, Dayika Hatun, Ceylan Onku, Ugur Kaymazan û bodrumên Cizîrê ji bîr nake. Ên ku ev êş bi me dayîn jiyîn digotin “Kurdê herî baş, kurdê miriye.” Em ji wan re dibêjin tu carî kurd namirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, ligel gelê xwe û rêberê xwebin.     'TÊKOŞÎNA KOLEKTÎF DIVÊ'   Guven diyar kir ku dê jin li dijî hemû zextan têkoşîna azadiyê mezin bikin û got ku êdî ne li Rojhilata Navîn û ne jî li Tirkiyeyê giraniyeke Tirkiyeyê nema ye û wiha axivî: "Niha Tirkiye muhtacê her kesî ye. Dibêje ku 'Ez ê li dijî kurdan bisekinim, hûnê jî nikarin tev li vê yekê bib.' Niha bi Îranê re xwe dide Iraqê. Bi zextan dê neçe tu derî." Guven bal kişand ser referandumê û destkeftiyên kurdan jî û da zanîn ku ji bo kurd têkoşîneke kolektîf bidin, pêwîstî bi kongreya neteweyî heye.   'DI TECRÎDE DE BE JÎ FIKRÊN WÎ CIH DIBÎNIN'   Guven pêvajoya çareseriyê û pêvajoya piştî wê jî bi bîr xist û wiha pê de çû: "Armanca tecrîda li ser Ocalan çî ye? Çima bêdeng dikin? Di dema hevdîtinên bi Ocalan re, pêvajo heta astekî bi pêş de çû. Lê derket holê ku di dema dixwestin çareserî pêk were jî amadekariya şer dikirin. Ji ber wê tecrîdê dîsa dest pê kir. Lê Ocalan her çendî di tecrîdê de be jî fikir û remanên wî di jiyanê de cihên xwe digirin. Em wekî jinên kurd bi tu awayî tecrîdê qebûl nakin û ji bo şikandina tecrîdê çi ji destê me bê em ê bikin."   'DÊ TECRÎD TÊK BIÇE'   Gulcan Şîmşek jî aşkera kir ku di 40 salên dawî de li ser vê axê jin gelekî bi rêxistin bûne, li ser navê jina TJA'yê jin silav kirin û ev tişt anî ziman: "Ev têkoşîn bi kedek mezin hat vê rojê. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got ku 'Heta jin azad nebe dê civak azad nebe.' Jinan bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' têkoşîn dan. Îro jî dibêjin ku 'Dê tecrîd winda bike, azadî bi ser keve' û têkoşînê dimeşînin."    ‘JIN WAN DITIRSÎNIN’   Wekîla HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp destnîşan kir ku di pêvajoyek zehmet re derbas dibin û zextên li ser HDP'ê wiha vegot: "HDP partiya 3'yemîn a Tirkiyeyê ye; lê dema li avahiyeke partiyê şahiyek tê lidarxistin, polîs avahiyê digirin dorpêçê. Divê ev zext bi dawî bibin." Yîgîtalp têkoşîn û berxwedana jinê jî bi van gotinan reva kir: "Li tu dera cîhanê tiştekî wiha tune. Îro jin panelekê li dardixin. Bêguman yên herî zêde wan ditirsînin jin in."   ‘NIFTEYA AŞTIYÊ LI GEL OCALAN E'   Yîgîtalp piştrast kir ku berî her tiştî ew têkoşîna mirovahiyê didin û rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di aştiyê de jî wiha şîrove kir: "Nifeya aştiyê ya Rojhilata Navîn di destê Birêz Abdullah Ocalan de ye. Bi têkoşîna me dê ev tecrîd bişikê û dê roj li ser vê axê ji nû ve derkeve."