‘Em qêrîna jinan bê xwedî nehêlin’ 2017-12-20 15:50:12 ÎZMÎR - Li navçeya Bornovayê hevalên Zulal Tutuncu ya ji aliyê Gunhan Ozturk ve hat kuştin, bertek nîşanî kuştinên jinan dan û wiha gotin: “Em ê qêrîna jinan bê xwedî nehêlin.”  Hevalên Zulal Tutuncu ya li navçeya Bornova ya  Îzmîrê di 18’ê Kanûn de, ji aliyê Gunhan Ozturk ve hat kuştin, li pêş Fakulteya Wêje û Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Egeyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de dovîza “Kuştinên jinan polîtîkin” û pankarta “Hûn nikarin kuştinên jinan meşrû bikin” vekirin. Personelên ewlekariya zanîngehê destûr nedan hevalên Tutuncu ku li ber zanîngehê daxuyanî bi din. Piştî gengeşiyek kurt, dûre daxuyanî hat dayîn.      'ÊDÎ EMÊ BÊ DENG NEMÎNIN’    Li ser navê xwendekaran Ezgî Yavuz daxuyanî da û diyar kir ku ji vir û şûn de bibin dengê hemû jinan. Yavuz, anî ziman ku dengê qêrîna jinên hatin kuştin û îşkence kirin di guhên wan de deng didin. Yavuz, dest nîşan kir ku ewê dengê qêrîna jinan bê xwedî nehêlin û wiha bi dawî kir: “Pêdiviya jinan bi erdnigariyeke ku jin karibin li ser vîn û ramanên xwe bînin ziman heye. Di civakê de ya ne guherî tundiya liser jinê ye. Divê kujer bên cezakirin ku pêşiya tundiya jinan bê girtin. Em ê qêrîna jinên hatin qetilkirin bê xwedî nehêlin. Em bêdeng nemînin û rabin ser piyan.”    Çalakî bi berz kirina dirûşmeyan bi dawî bû.