Ji bo Doku dê li ser medya civakî dest bi çalakiyê bikin 2020-04-26 13:47:16   AMED – Jin, ji bo ku Gulîstan Doku ya 113 rojin windaye bê dîtin wê îşev li ser medya civakî di Twîtterê de hastagê vekin.   Komeleya Jinê ya Rosa, ji bo ku xendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ya 113 rojin windaye bê dîtin, wê îşev saet 21.00’an li ser Twîtterê hastaga bi etîketa “VideoCozulsun GulistanBulunsun” veke.   Komeleya Jinê ya Rosa li ser hesabê xwe yê medya civakî çalakiya li dar bixe ragihand û wiha got: “Em bawer dikin ku ger em bibin yek, emê rojek zû ne yek dereng Gulîstan bibin in. Em ê di 26’ê Nîsanê roja Yekşemê saet 21.00’an de çalakiya xwe li ser meydya civakî bi rêxsitin bikin. Em li benda piştevanî û destekkirina wene.”