Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin 2020-04-29 09:16:34 WAN - Hevseroka HDP'a Wanê Oznûr Bartin diyar kir ku sûcdarên ku bi qanûna înfazê ya nû re rê li ber wan vebû berî ku ji girtîgehê derkevin telefonî jinan kirine û gef li wan xwarine. Bartin, got: "Ev bi her awayî rêvekirina li ber komkujiya jina ye."  Piştî bi qanûna înfazê ya nû re kiryarên sûcên li dijî jin û zarokan hatin berdan, sûcên nû dikin. Hevseroka HDP'a Wanê Oznûr Bartin, anî ziman ku qanûna înfazê ya nû jinan hedef digire. Her wiha Bartin diyar kir ku sûcdarên ku bi qanûna înfazê ya nû re rê li ber wan vebû berî ku ji girtîgehê derkevin telefonî jinan kirine û gef li wan xwarine û got: "Ev bi her awayî rêvekirina li ber komkujiya jina ye."    JIN Û ZAROK HEDEF TÊN GIRTIN    Barin, anî ziman ku îqtidar şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) ji xwe re kiriye firsend û got, bi qanûna înfazê ya nû re jin û zarok hedef girtine. Bartin, got: "Mixabin îqtidar di vê pêvajoyê de jî ew rûçikê xwe yê qirêj nîşan da. Pêvajoya şewbê kir firsend, hem di warê siyasî hem jî di yê aborî de. Bi qanûna înfazê re dîsa pergaleke ku jin û zarokan wan hedef tên girtin çêkirin. Wekîlên wan ji bo vê destên xwe rakirin. Wê ev şidetê gurtir bike. Tişta em li dijî wê ne ev e. Yanî diviya qanûneke wekhev bihata çêkirin. Girtiyên jin ên nexweş, girtiyên jin, aktivîstên jin, siyasetmedarên jin di girtîgehan de ne; lê kujerên jina, tecawizkar, çete bi vê efûya sergirtî tên berdan. Divê qanûna înfazê ji nû ve bê sererastkirin. Wekîlên ku ev yek qebûl kirin divê hesabê vê yekê bidin. Çimkî bi her awayî pêşî li ber kuştina jina hatiye vekirin."    GEF LI JINAN TÊN XWARIN    Bartin, diyar kir ku mêrên li dijî jinan sûc kiribûn û hatibûn girtin hê berî ku bi vê qanûnê ji girtîgehê derkevin telefonî jina kirine û gef li wan xwarine. Bartin, got: "Hê berî derkeve bi wê temînata ku ji bo wan hatiye dayîn telefonî jina dikin û gefan li wan dixwin. Sûcdar bêyî pir bên ragirtin hefteyek şûnde tên berdan. Bi temînata ku dewlet dide wan tên berdan. Heya qanûneke wekhev çênebe wê ev pêk bên. Raya giştî ji bo vê qanûnê li benda hin tiştên din bû. Ji bo vê muxalif, hiqûqnas, demokrat û gelek derdorên din ketibûn nav hewldanan. Lê mixabin efûyeke sergirtî derket holê û ev yek dîsa di ser jinan re pêk anîn."    Her wiha Bartin bibîr xist ku tenê di meha Adarê de 29 jin hatine qetilkirin û got, di vê pêvajoyê de şideta li malê zêdetir bûye. Bartin, got: "Em dibêjin di mal de bimînin, jiyan li malê ye, lê a rast a di mal de dimîne şidet e. Şideta mêr e. Ev jî bi temînata dewletêt ê kirin. Ji bo kiryarên ji girtîgehan derdikevin, li malê ji vê yekê tiştek nehatiye kirin. Berevajî, jin dîsa bi mêrê ku şidetê lê dikir re rû bi rû maye. Îjar wê li wir jin çawa li ber xwe bide? Ji xwe jê direviya. Mêrê sûcdar dîsa ber bi cihê ku şidet lê dikir tê şandin."   Bartin, anî ziman ku di dema vîrûa coronayê de jî xebatên xwe yên jinan didomînin û got, di vê pêvajoyê de gelek jin hene ku nebûne dengê wan. Bartin, got: "Çimkî derfeteke we yî ku dengê xwe bigihînin me tuneye. Bi dehan bûyer hene me xwe negihandine wan. Me nikaribûye dengê wan ragihîne. Loma divê em bikin ku hîs bikin em li cem wan in. Xebatên me yên di vî warî de didomin. Me soz da ku em ê piştevanya hemû jinan bikin. Em ê ji bo vê tim û tim bitêkoşin. Li ku derê jinek hebe, em ê bibin dengê wê. Em ê ji derheqê van rojan jî derkevin. Em ê dîsa stranên xwe, bi govendên xwe û têkoşîna xwe ya birûmet li qadan bin."    MA / Ozlem Yayan