Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e? 2020-04-29 09:17:11 AMED - Mûtlû Kaya, ji ber êrîşeke çekdarî ji 92 astengdar bû. Di êrîşeke çekdarî de jî parêzera wê û xwişka wê jî jiyana xwe ji dest dabûn. Kaya, diyar kir ku ji ber ku cezayekî baş nehatiye birîn ev yek bûye sedema cinayetên nû û pirsî: "Ma jiyana jina ev qasî hêsan e."  Piştî bi qanûna înfazê re bi hezaran kes hatin berdan, fikarên mexdûrên şidetê zêdetir bûn. Hin mêrên ku sûd ji vê qanûna navbirî girtin, piştî hatin berdan şideta xwe ya li ser jin û zarokan didomînin. Yek ji mexdûrên şidetê jî Mûtlû Kaya ye. Kaya, bertek nîşanî qanûna înfazê ya nû da.    Mûtlû Kaya (24) ku li navçeya Erxenî ya Amedê dijî, di Gulana 2015'an de Veysî Ercanê 19 salî bi çekê êrîşî wê kiribû. Di vê êrîşê de bi giranî birîndar bibû û piştî tedawiyeke bi mehan, ji sedî 92 astengdar ma. Veysî Ercanê ku êrîşî Kaya ya ku niha bi zorê diaxife û nikare dest û piyên xwe bilebitîne kiribû, piştî êrîşê bi çend rojan hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin.    CEZAYÊ WÎ SALEKÊ KÊM BÛ    Di sala 2016'an de 15 sal ceza li Kaya hatibû birîn. Lê belê bi qanûna înfazê ya nû re wê 3 salên cezayê xwe di girtîgeheke vekirî de û wê 2 salên dawî jî bi awayekî kontrolkirî li derve derbas bike. Bi vî awayî wê cezayê wî salekê kêm bibe.    PARÊZERA WÊ Û XWIŞKA WÊ KUŞT    Piştî êrîşa li dijî Kayayê bi 4 salan, parêzera wê Muzeyyen Boylû (43) jî bi êrîşa çekdarî ya hevjînê xwe yê dev jê berdabû re rû bi rû ma û jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha di Adara 2020'an de jî li Amedê xwişka wê Dîlek Kaya ji hêla efser Y.Ç. bi êrîşeke çekdarî hatibû kuştin.    Kaya, diyar kir ku ji roja ku êrîşî wê hatiye kirin heya niha zor û zehmetiyê dikişîne û got, daşikandina cezayê êrîşka rnayê qebûlkirin. Kaya, got: "5 sal berê qetilxûnek êrîşî min kir. Gava min çavê xwe vekir ez li beşa awarte me. Tu ferqa min û miriyan ji hev tunebû. Lê beramberî jiyana keçek ciwan rabûn 14 sal li vî qtilxûnî birîn."    ÎJAR EZ Ê ÇI BIKIM?    5 sal di ser bûyerê re derbas bûne lê hê jî Kaya bi zorê diaxife û got: "Nikarim bi tena xwe xwarinê bixwim. Ciwantiya min çû. Dibistana min çû. Belkî qet û qet zarokên min jî çênebin. Ev zilam jiyana min mahf kir. Ma ev cezayê lê hatiye birîn bes e? Te bi qanûna înfazê re jî lê şikandin. Îjar ez ê çi bikim? Ka xeyalên min? Ka dibistana min? Belkî jî heya sax bim wisa bim."    HEGER EDALET PÊK BIHATA...   Kaya, destnîşan kir ku ji ber cezayekî baş li êrîşkar nehatiye birîn, wê ev yek bibe sedema cinayet û êrîşên nû û got: "Mehek berê heman tişt hat serê xwişka min Dîlekê jî. Wê nikaribû li ber xwe bide, mir. Niha di bin axê de ye. Heger cezayekî baş li qetilxûnê ku ez xistim vî halî bihata birîn, belkî niha xwişka min sax bûna. Wê ew qetilxûn xwişka min nekuştana. Bang li serokomar dikim. Dengê min bibihîsin. Êdî bes e. Xwişka min di bin axê de ye, wekî ez jî di bin axê de bim. Bêhna min dernayê. Hela bêjin ka ciwantiya min? Ma hûn ê karibin ciwantiya min bidin min? Hûn nikarin ne wisa? Bila edalet pêk bê. Ma ez ew qasî ji rêzê me? Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e? Êdî bes e."     Parêzera Kayay Parêzer Hatîce Demîr, anî ziman ku divê cezayê Veysî Ercan ji 2/3 di girtîgehê de bê înfazkirin, lê belê heger 5 salên xwe li gor rewşa baş derbas bike wê wî bişînin girtîgeha vekirî û got, wê sala dawî jî bi awayekî kontrolkirî bê berdan. demîr, got: "Lê belê bi vê qanûna nû re wê Ercan 3 salan di girtîgeha vekirî de bimîne û wê 2 salên dawî yên cezayê xwe jî bi awayekî kontrolkirî li derve derbas bike. Yanî wê cezayê kiryar salekê kêm bibe."    Demîr, destnîşan kir ku di qanûna cezayî de valahiyek heye û got: "Mesela cezayên li dijî hevjîn an jî ferdekî malbatê bên kirin wekî 'rewşa biwesf' tên qebûlkirin, lê belê sûcên li hemberî hevjîna xwe ya berê an jî partneran tên kirin wekî 'rewşa biwesf' nayên qebûlkirin. Ev yek jî bandorê li cezayê hatiye birîn dike. Ji ber ku dadgehê gotiye delîl tunene ku mirov bêje bûyer bi awayekî plankirî hatiye kirin, 15 sal ceza hatiye birîn. Divê sûcên li dijî hevjînên berê û partneran tên kirin jî daxilî nav çarçoveya rewşa biwesf bên kirin. Lê belê dadgehê xesara ku kiryar li Mûtlûyê kiriye esas negirtiye. Çimkî di vî warî de hê jî di qanûnê de valahiyek heye."    MA / Arjîn Dîlek Oncel