Malên xwe kirin qadên 1'ê Gulanê 2020-05-01 20:47:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jin Pevre Bihêz in piştî banga ji bo 1'ê Gulanê, li gelek bajaran bal kişandin ser keda jinê ya nedîbar û li malên xwe 1'ê Gulanê pîroz kirin.    Platforma Jin Pevre Bihêz in (KCDP), bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bal kişand ser keda jinê ya nedîbar û bang kir.    Piştî bangê, jinan li gelek bajaran "potikên zer" bi şaneşînên xwe ve daliqandin û peyama "Jin jî li 1'ê Gulanê ne" dan.    Jinên ku qadên lê ne kirin qadê 1'ê Gulanê, bal kuşandin ser keda jinê û ji bo xuyangbûna keda jinê û jiyaneke adil û wekhev bang kirin.    Jinan li ser potikên zer û spî yên bi şaneşînên malên xwe ve daliqandin peyamên ji bo 1'ê Gulanê nivîsandin û li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî parve kirin û 1'ê Gulanê pîroz kirin.