Di nîsanê de 20 jin hatin qetilkirin 2020-05-02 16:50:43   STENBOL – KCDP’ê, di rapora xwe ya meha nîsanê de aşkera kir ku 20 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin.   Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha nîsanê weşandin. Di raporê de qala bergiriyên ku ji bo vîrûsa koronayê tên girtin hat kirin û têkildarî bandora van bergiriyan ên li ser jinan ev tişt hat gotin:  “Bergiriya li malê bimîne jinan kiriye zorê û jiyana wan zehmet kiriye. Ji bo vê yekê divê ji bo jinan bergiriyên cuda bên girtin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha nîsanê de 20 jin bi awayekî bi guman hatine kuştin û tundiya zayendî û istismara zarokan berdewam kiriye û ev agahî hatin parvekirin: “Sedema qetilkirina 14 jinan nehatiye tespîtkirin. 2 jin bi sedemên aborî 4 jin jî ji ber ku daxwaza lihevkirinê red kirine û berdana xwe xwestine hatine qetilkirin. Netespîtkirina sedema qetilkirina 14 jinan encama nedîtina qetilkirina jinan a di rojên vîrûsa koronayê ye.”   HIŞYARIYA BERGIRIYAN   Di dawiya raporê de ji bo pêşîgirtina cînayetên jinan ev hişyarî hat kirin; Heta ku sedemên qetilkirina jinan neyên tespîtkirin, darizandina adîlane pêk neyê û kujer cezayên giran nexwin û tevdîrên peşîgirtina cînayetan pêk neyên dê tundî bi zêdebûn berdewam bike.