Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya: Çiqas me bigirin jî em ê serî hildin 2020-05-03 12:36:11   AMED - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê diyar kir ku di gelek rojnameger 3'yê gulanê di girtîgehan de pêşwazî dikin û wiha got:"Ew çiqas me bigirin jî em ê ji bo azadiyê serî hildin."   Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), 3'yemîn salvegera avakirina platformê bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir. Platforma ku di 3'yê Gulana 2017'an de avakirina xwe îlan kir bal kişand ser berpirsiyartiya rojnamegeran a heqîqetê.     Platformê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:   "Niha nayê payin ku çapemenî ji sîstema ku bi hemû alavên xwe çewisandinekê dijî rizgar bibe. Di pirtûka  George Orwell a 1984'an de ji bo binhişiya civakê bê birêvebirin "Wezareta Rastiyê" dihat avakirin lê niha tiştên ku em dijîn ji kurguya pirtûkekê wêdetir e. Sîstem, îktidar, mêr ji bo rastî bê veşartin hemû rastiyan vedişêrin. Di pêvajoyeke wiha de her mensûbek ji çapemeniyê dibe şervanek. Hinek jê pirtûka xwe pêşkeşî xizmeta îktidarê dikin û xizmeta mirina civakê dike. Hinek jî jê ji bo kesek nemire dev ji azadiya xwe berdide.    Hevalên me di girtîgehê de vê rojê pêşwazî dikin   Niha di nava van şerdên heyî de ji sedî zêdetir rojnameger di girtîgehan de ne. Gelek jê bê kar hatine hiştin. Hevalên me di bin talûkeya Vîrusa Koronayê de di girtîgehê de vê rojê pêşwazî dikin. Hevalên me diyar dikin ku ew ê di her fersendê de heqîqetê bînin ziman. Em jî dibêjin elbet em ê peywira wan dewam bikin.   Em ê bêtir piştevaniya di navbera xwe de pêş bixin   Em dîsa dizanin ku mixabin di nava vê pêvajoya dijwar de dîsa herî zêde jin bi bandor dibin. Barê wan giran dibin, bêkar dimînin, bi tundiyê rû bi rû tên hiştin. Em vê yekê dizanin. Em ê bêtir piştevaniya di navbera xwe de pêş bixin. Ew çiqas me bigirin jî em ê ji bo azadiyê serî hildin.   Em hemû rojnamegerên ku li dijî hewildana tunekirina azadiyê disekinin silav dikin. Em dibêjin bi taybet em wekî jin em wekî platform li vir in. Em bi baweriya ku em ê rojên baş bibînin û em ê bi pênûsek azad binivîsin em li vir in."