'Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin' 2020-05-04 14:46:49 NAVENDA NÛÇEYAN - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li gelek navendan êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê şermezar kirin. TJA û Meclisa Jinan anîn ziman ku tu carî dev ji destkeftiyên xwe ên bi berdêl û têkoşîneke mezin bi dest xistine bernadin û ugotin: "Em ê her tim têkoşîna xwe ya li hemberî tifaqa faşîst, dijminê jinan û polîtîkayên li dijî gelan ya AKP-MHP’ê bidomînin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê li Amed, Şirnex, Wan, Edene û Stenbolê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Cizîra Şirnexê û aktîvîstên TJA'yê, li baxçeya HDP'ê, bi tevlîbûna parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, Hevşaredara Hezexê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden û gelek jinan re daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Zozan Aksu ve hat xwend. Zozan Aksu, di daxuyaniyê de diyar kir ku feraseta netewe dewletê ya ku ji aliyê sîstema kapîtalîst û serdestiya mêrane ve hatiye avakirin, hemû daxwazên wekhevî û edaletê yên gelên cîhanê fetisandiye, polîtîkayên qirêj ên şer li ser vî esasî meşandiye û heta niha li ser piyan maye.   'TIFAQA FAŞÎST XEBATAN ASTENG DIKE'     Zozan Aksu, diyar ku vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê metirsiyeke mezin derxistiye holê û wiha got: “Heta niha bi sedhezaran kes ji ber nexweşiya Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dan û hê jî gefeke mezin li ser jiyana bi milyonan mirovan heye. Ji ber ku mafên bingehîn ên tenduristî û perwerdehiyê û xizmetên jiyanî û civakî wek mafeke sereke ji aliyê dewletan ve nayên misogerkirin û xwemalîkirina wan xizmetkariyan, niyeta hikûmetên dijminê wekhevî, azadî û edaletê careke din aşkera kir. Wekî cîhanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê jî jiyana bi milyonan kesan di bin xetereyê de ye. Lê desthilatiya AKP-MHP’ê vê pêvajoyê ji xwe re dike hincet û polîtîkayên derveyî nirxên mirovahiyê dixe meriyetê. Îradeya piştgirî û piştevaniyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û hemû xizmetên siyaseta demokratîk a herêmî ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ve tê astengkirin û niyeta wan careke din zelal dike.”   ‘DI SERDEMA VÎRÛSÊ DE QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDAIYAN KIRIN'    Zozan Aksu, anî ziman ku ev tifaqa qirêj şûna di pêvajoyeke wiha de piştevaniyê bide xurtkirin, ji rewşa panîk a gel sûd werdigirin û dixwazin desthilatiya ya xwe bi hêz bikin û wiha lê zêde kir: “Lewre îro dijminatiya li dijî Gelê Kurd û jinan her ku diçe zêdetir dibe. Di pandemiyê de jî ew tifaqa qirêj, êrîşî gor û mezelên kesên ku di şerê 40 salan de jiyana xwe ji dest dane dike û goristanan xerab dike. Bi operasyonan sivîl tên qetilkirin û cihûwarên wan tên bombebarankirin. Êrîşî hemû destkeftiyên jinan û Gelê Kurd ên bi berdêlên mezin hatine bidestxistin dikin, bi destê qeyûman dest datînin ser şaredariyan û sîstema hevserokatiyê krîmînalîze dikin. Wek tê zanîn, heta niha 36 şaredariyên ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelê me ji qeyûman rizgar kiribû, ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Di dema şewba koronayê de li 8 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin.”   'TIFAQA FAŞÎST BI HEMAN DEK Û DOLABAN ÊRÎŞÎ ŞAREDARIYA QERSÊ DIKIN'    Zozan Aksu, bal kişand ser êrîşên li dijî Şaredariya Qersê û wiha berdewam kir: "Tifaqa faşîst careke din bi heman dek û dolaban êrîşî şaredariya me ya Qersê dike. Bajarê Qersê wek baxçeyekî gelan e ku HDP, li wir bi dengên gelên Kurd, Tirk, Azerî, Terekeme bi ser ketibû. Lê îro Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen, rastî êrîşên sîstematîk ên tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê hatine. Di vê êrîşê de medyaya alîgirê desthilatiyê, heman naverok û manşetan, wek çalakiyeke rojnamgeriyê belav nake û ji bo operasyona li dijî şaredariyê, wek aparatekê tê bikaranîn. Nemaze di vê proseya pandemiyê de, ji ber ku HDP kelûpelên hîjyen û paqijiyê bêpere belav dike û bi kampanyaya Hevmaliyê piştgiriyê xurt dike, lewma êrîşî HDP’ê û şaredariyên HDP’ê dikin. Hevşaredariya Qersê jî di vê pêvajoyê de xizmeta gel dike. Ji ber ku Hevşaredariya Qersê, ji bo parastina tenduristiya gel xizmetan dike, ji ber ku bajar dezenfekte dike. Ji ber ku piştgiriya kesên xizan dike û ji bo cotkariyê erdên bajêr diajo û tovê wek alîkarî û piştgirî dide cotkaran, lewma tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê êrîşî şaredariyê dike. Em wek jinên TJA’yê careke din dubare dikin û soz didin; em tu carî dev ji destkeftiyên xwe yên jinan ên ku me bi berdêl û têkoşîneke mezin bi dest xistine bernadin û em ê her tim têkoşîna xwe ya li hemberî tifaqa faşîst, dijminê jinan û polîtîkayên li dijî gel a AKP-MHP’ê bidomînin.”   WAN    Li Wanê jî Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê û aktîvîstên TJA'yê li avahiya partiyê bi tevlîbûna gelek jinan daxuyanî dan. Jinan di destpêka daxuyaniyê de kesên di Komkujiya Dêrsimê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de jinan êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê hat şermezar kirin û wiha gotin: "Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Em ê li dijî tifaqa faşît a AKP'ê û MHP'ê berxwedana xwe bidomînin."   AMED    Jinan li Amedê jî li avahiya HDP'ê ya bajêr daxuyaniyek dan û bertek nîşanî êrîşên li hemberî şaredariya Qersê dan. Parlamenter Semra Guzel, Dêrsim Dag û Remziye Tosun, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Amedê û aktivîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de qeyûmên ku di pêvajoya vîrûsê de hatî tayînkirin hat şermezar kirin û astengkirina xebatên şaredariyan ên pêvajoya vîrûsê de hatin rexnekirin. Di daxuyaniyê de jinan destnîşan kir ku dev ji destkeftiyên jinan bernadin û dê têkoşîna xwe li hemberî polîtîkayên dijiminatiyê bidomînin.   STENBOL    Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (HDK), Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan. Parlamentera Stenbolê Zuleyha Gulum, Partiya Damezirandina Nû ya Sosyalîstan, Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) û nûnerên Rizgariya Jinan tevlî daxuyaniyan bûn. Di daxuyaniyê de pankarta 'Hevserokatî xeta me ya mor e' hat vekirin. Di daxuyaniyê de êrîşên li hemberî şaredariya Qersê hat şermezar kirin. Her wiha di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser Komkujiya Dêrsimê û gotin tê li dijî polîtîkayên komkujiyê dê berxwedana jin û gelan bidome.   EDENE    Li Edeneyê jî Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîsten TJA yê li avahiya HDP'ê daxuyaniyek dan û daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dê rê nedîn polîtîkayên dijminatiyê. Jinan destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin.      ÎZMÎR    Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê daxuyani da. Jin li pêş avahiya HDP'ê ya Îzmirê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan destûr nedan. Jinan piştre li hundir daxuyanî dan. Hevseroka  HDP'ê Bedriye Tekgur û gelek jin beşdar bûn. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmirê Serap Kuçuk daxuyanî xwend û êrîşên li dijî şaredariyê şermezar kirin.    MUGLA   Rêxistina HDP'ê ya Muglayê jî bi heman armancê li pêş avahiya partiyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" vekirin. Rêvebera HDP'ê Sebahat Firat daxuyanî xwend û êrîş şermezar kirin.    AYDIN   Rêxistina HDP'ê ya Aydinê jî bi heman armancê daxuyanî da. Hevseroka HDP'ê ya Aydinê Ayşenur Vaizoglu daxuyanî da û bertekên xwe yên li dijî êrîşan anîn ziman.      MÊRSÎN     Meclisa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê û TJA jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Mêrsinê daxuyanî dan. Jinan êrîş şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" vekirin.     HATAY   Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Hatayê jî li avahiya HDP'ê ya Hatayê daxuyanî da û  êrîş şermezar kir. Hevseroka HDP'ê ya  Hatayê Aysel Eşiyok daxuyanî xwend û êrîş şermezar kir. Di çalakiyê de pankarta "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" vekirin.   ANTALYA   Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Antalyayê jî li avahiya HDP'ê ya Antalyayê daxuyanî da û êrîş şermezar kir. Li ser navê meclîsa Jinan Tulin Uçdal daxuyanî xwend. Di çalakiyê de pankarta "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" vekirin.