‘Tarhan bila dîsa were girtin’ 2020-05-06 12:20:41   ENQERE – Ozgur Tarhan ê Ayşe Karaman qetil kiribû hatibû berdan. Meclîsa Jinan a Enqereyê bertek nîşanî berdana Tarhan da û xwestin Tarhan dîsa were girtin.   Ozgur Tarhan teknîkera anestezi Ayşe Karaman kuştibû. Tarhan ji sûcê “kuştina bi zanebûn” cezayê girankirî yê muebetê lê hatibû birîn. Ozgur Tarhan di danişîna 4’ê gulanê de hat lidarixstin hatibûberdan. Bertekên li dijî berdana Tarhan didomin. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin û Meclîsa Jinan a Enqereyê bertek nîşanî biryara berdanê dan. Endama Meclîsa Jinan Mizgîn Sunbul bi bîr xist ku rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo berdanê wek hêncet nîşan dane û got: “Tahliyeya ji ber raporê nayê qebûlkirin. Ji bo parastina mafê jiyanê yên jinan tu polîtîkayek nayê hilberandin. Berdana Ozgur Tarhan durûtiya darazê nîşan dide.”   Sunbul da zanîn ku ji bo Ozgur Tarhan dîsa were girtin û rastî derkeve holê dê têbikoşin û got: “Têkoşîna me wê dewam bike. Belê dibe ku em di vê pêvajoya pandemiyê de neyên gel hev, lê dîsa em jin xwe digihînin hev. Me navber nedaye têkoşîna xwe. Her roj li cihek cuda em mafên jiyanê yên jinan diparêzin û tînin ziman. Helbet wê ev roj bidawî bibin û em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafê jinan û zarokan li meydanan dewam bikin.”