Dayikên tenduristvan: Ji ber xebatê em zarokên xwe nabînin 2020-05-08 09:05:07 ÎZMÎR - Dayika ku xizmetkara tenduristiyê ye Başak Edge Gurkan, bi minasebeta roja dayikan diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê ji meha Adarê heta niha ber karê zêde rêya malê nabînin û nikarin wexta xwe ji zarokan re veqetînin. Gurkan, anî ziman ku rayedar zorê li wan dikin ku yan zarokan an jî kar hilbijêrîn û wiha got: "Hin dayik jî ji ber zextên hevjînê xwe ya dê şewbê bîne malê nikarin biçin malê." Nûnera Şaxa SES'ê ya Nexweşxaneya Herêma Çiglî ya Îzmirê Başak Edge Gurkan, bi minasebeta roja dayikan li ser rewşa dayikan û xizmetkarên tenduristiyê ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî. Gurkan, anî ziman ku ji ber şewba vîrûsa corona ji meha darê heta niha nikarin xweşik ruy^emalê û zarokên xwe bibînin. Gurkan, da zanîn ku ji ber zêdebûna kar û tedbîra ku zarokên xwe bi parêzin bi hefteyan e naçin malê û ruyê zarokên xwe nedîtine. Gurkan wiha got: “Jin di vê pêvajoya corona de hem ji zarokên xwe dûr in, hem li dijî şewbê têdikoşin û xizmeta tenduristiyê dikin. Hem jî li diji tundiya mêr têdikoşin û li ber xwe didin."   Gurkan, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de rayedar zorê li wan dikin ku an karê nexweşxaneyê an jî zarokên xwe hilbijêre û wiha lê zêde kir: "Wezareta Tenduristiyê der barê xebatkarên tenduristiyê de giştînameyek weşand û bi vê giştînameyê destûr nedan jinên dayik. Ji ber vê yekê dayik neçar in ku hilbijartinekê bikin. An dê dest ji zarokên xwe berdin û li nexweşxaneyê bixebitin. An jî dê dest ji karê xwe berdin û li zarokên xwe binerin. Wezaretê hemû destûr qexe kir. Dema dayik destûrê bigirin û li zarokên xwe binerin dê ji karê xwe bibin. Dayikên ku zarokên wan li şîr jî bê heq derketin destûrê. Wezaret zorê li dayikan dike ku tercîhekê bikin. An dê ji karê xwe bibin an jî dê ji zarokên xwe bibin. Min zarokê xwe yê 5 salî di nava çend hefteyan de tenê çend saetan dît. Ev hem li ser zarok û hem jî li ser dayikan travmayekê çêdike."   HER RÛPOŞEKA KU 8 SAETAN BIDIN PÊŞ DEVÊ XWE EM 24 SAETAN DIDIN PÊŞ DEVÊ XWE   Gurkan, bal kişand ser şertên kar û wiha lê zêde kir: "Wekî her dera Tirkiyeyê li neşweşxaneyan jî ekîpmanên parastina li dijî vîrûsê kêm in. Niha rûpoşên ku pêwiste em 8 saetan bidin ber dev û rûyê xwe, em neçar in 24 saetan girê bidin. Gelek nexweş hene, lê xizmetkarên tenduristiyê kêm in. Xizmeta tenduristiyê kirine qada bazirganiyê. Wezareta tenduristiyê pesnê pergala nexweşxaneyan û xizmetê dide. Lê di aliyê hêjmara personelan de em di asta herî kêm de ne. Li Tirkiyeyê rêjeya xizmetkarên jin ji sedî 60 e. Yên ku berî her kesî singa xwe didin ber vê şewbê û xwe dixin talûkeyê dîsa jin in. Jin hem li qadê hem jî li malê barê giran didin ser milê xwe. Ji ber şewbe barê malê jî dikeve ser milê me. Di vê pêvajoyê de hevalên me yên jin ên xizmetkarê tenduristiyê bi îdîaya vîrûs pêre heye, ji aliyê hevjînên xwe ve malê hatin avêtin. Di vê pêvajoya şewbê de tundiya li dijî jinê berdewam kir û zêde bu. "   MA / Sevda Aydin