Alaca: Armanca me em vî bajarî bikin bajerekî ku jin karibin bi rihetî bijîn 2020-05-08 09:13:07 QERS - Navenda Piştevaniyê ya Jinê ku di bin banê Şaredariya Qersê de hatiye avakirin, di warê derûnî, civakî û hiqûqî de piştgiriya jina dike. Hevşaredar Şevîn Alaca, anî ziman ku armanca wan ew e ku vî bajarî bikin ku jin rihetir lê bijîn.  Navenda Piştevaniyê ya Jinê ya Şaredariya Qersê, di warê derûnî, civakî û hiqûqî de piştgiriya jina dike. Navend di 6'ê Gulanê de hatiye vekirin û xwe digihîne jina, pirsgirêk û daxwazê wan guhdar dike û li gor pirsgirêk û daxwazan raporê amade dike. Hevşaredar Şevîn alaca, bibîr xist ku di dema vîrûsa coronayê (Covîd-19) de şideta li ser jinê zêdetir bûye û got, ji bo li cem jinan cih bigirin ev navend vekirine û jin dikarin bi rêya xeta îxbarê xwe bigihînin wan.    Alaca, anî ziman ku wan xwestiye navendeke hîn dorfirehtir vebikin lê belê ji ber sedemên aborî niha bi vî awayî çêkirine û got: "Em li gor pirgirêkên jinan, hêviya wan a ji bo şaredariyê tev digerin. Bi rêya vê navendê em pêwendiyê bi jinan re datînin û raporên xwe amade dikin û em ê li gor van raporan hewl bidin ku vî bajarî bikin bajarekî wisa ku jin bi rihetî karibin lê bijîn. Em ê bi hejmarên xwe yên Alo Çozum Merkezî tev bigerin. Heger jineke bi şidetê re rû bi rû mabe û xwe bigihîne me, ji o em jê re parêzer peyda bikin û ji bo pêdiviyên wê yên din em ê pêwendiyê bi saziyên din re deynin."    QADÊN NÛ TÊN AFIRANDIN    Alaca, destnîşan kir ku divê jin daxilî hemû qadên jiyanê bibin û got: "Berê jî me ji bo jinan Mor Kace vekiribû ku tenê jin lê dişixulin. Niha hevaleke me ya jin ku berê tişt dianîn kafeyê, nanê tendûrê çêdike û difiroşe. Heta nikare di ber re bigihê û ji bo vê pêdiviya me bi hevaleke din a jin re heye. Ev jî ji bo kooperatîfa jinan ku em ê ava bikin dibe bingeh. Me di 8'ê Adarê de Bazara Kedê ya Jinê vekiribû. Ev bajar jî li everek turîstik hatiye vekirin. Jin li vê bazarê berên xwe difiroşin, lê belê niha ji ber şewba coronayêg irtiye. Em ê li Navenda Piştevaniyê ya Jinê hem xebatên hiqûqî hem yên derûnî hem jî yên civaknasiyî bikin."    ‘EM GUH DIDIN JINA'    Zehra Anli ku li Navenda Piştevaniyê ya Jinê wekî Pirspora Xizmeta Civakî dixebite, anî ziman ku di 3 rojan de hevdîtin bi 22 jinan re çêkirine. Anli, destnîşan kir ku ji ber şewbê coronayê di warê derûnî û civakî de piştgiriya jina dikin û got: "Hevdîtinên me wekî sohbetê derbas dibin û em li ser pirsgirêk û daxwazên jina diaxifin. Herî zêde jî jinên di warê aborî û derûnî de bi şidetê re rû bi rû dimînin tên. Em jî gava xwe digihînin wan dema wan a ji ber vîrûsa coronayê li mal derbas dibe dipirsin, ji jinên ku bi şidetê re rû bi rû dimînin dipirsin ku wê ji niha û şûnde jiyana xw eçawa bidomînin, têkiliya di navbera dê-zarok de dipirsin û divê çawa be."    DÎTIN KU NEHATINE JIBÎRKIRIN    Anli, anî ziman ku di dema hilbijartinê de soz hatibû dayîn ku wê Navenda Piştevaniyê ya Jinê bê vekirin. Anli, diyar kir ku piraniya jina dixwazin qadên îstihdamê bên vekirin û doza kar dikin û got: "Armnac, bi kooperatîfekê pêkanîna daxwazên jina ye. Her wiha di warê şidetê de jî em wan serwext dikin ku divê çi bikin. Em ji wan re dibêjin divê telefona wan tim li cem wan hebe û li malê odeyeke ku karibin deriyê wê li ser xwe qefil bikin hebe. Em dixwazin di dema nîqaşkirinê de divê pir dirêj nekin û bi van hejmaran 444 71 13 û 0537 713 10 66 xwe bigihînin polîs, cendirme an jî navenda me ya piştevaniyê. Em ê di her warî de piştgiriya wan bikin."    MA / Dîndar Karataş