'Em ji bo dinyayek ku jin lê neyin qetilkirin têdikoşin’ 2020-05-08 13:40:47   ÎZMÎR – Meclîsa Jinan a HDP’a Îzmîrê têkildarî Roja Dayikan diyar kir ku ew têkoşîna dinyayek ku jin û zarok neyên qetilkirin biafirînin birêve dibin.   Meclîsa Jinan a HDP’a Îzmîrê têkildarî Roja Dayikan 10’ê Gulanê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Jinên beşdarî civînê bûn laçikên spî li stûyê xwe pêçan. Berdevka Meclîsê Serap Kuçuk daxuyaniyê xwend. Kuçuk da zanîn ku beriya her tiştî jin û dayik bi metirsiya vîrûsa koronayê re rûbirû ne. Kuçuk anî ziman ku jin bi zordestiya faşîst re rûbirû mane û got: “Mehek berê cenaze bi kargoyê ji dayikekê er hat şandin. Hêj çend sal berê dayikek ji bo cenazeyê keça wê xera nebe di sarincê de dicemidand. Navê vê yekê faşîzm bi xwe ye. Em pergala faşîst ji van sepanan nas dikin. Tu eleqeya gotinên we bi rastiyê re nîne. Hûn grîngiyê nadin dayikan hin bêtir girîngiyê didin zordestiyê. Ji bo em hin cîhanek xweşik û cîhanek ku jin û zarok neyên qetilkirin biafirînin têdikoşin. Bila bê zanîn ku em ê teqez bigîhijin dinyayek xweş.”