Dr. Erdogan: Di tenduristiyê de astengên zayendparêz pir in 2020-05-10 09:02:03   STENBOL - Endama Komîsyona Jina ya ÎTO'yê Încîlay Erdogan, bal kişand ser hiyerarşiya zayendparêz a di qada xizmeta tenduristiyê de û got. "Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jin, rol û pîşeyên wekî nikaribin pêşî li karkeriya nav malê bigirin layiq tên dîtin. Ev jî şideta herî mezin e."    Li gor raporên heyî li seranserê cîhanê ji sedî 70'yê xebatkarên tenduristiyê jin in. Endama Komîsyona Jina ya Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Bijîşk Încîlay Erdogan, têkoşîna jina ya di qada tenduristiyê û zor û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin nirxandin.    Erdogan, anî ziman ku qada xizmeta tenduristiyê ji ji dîrokê heya niha zayendparêz û bi awayekî hiyerarşî ye û got: "Gava em li sedsala 13'an mêze dikin, qada tenduristiyê di destê jina de ye. Lê belê ji sedsala 15'an heya sedsala 17'an bi nêçîra cadûyan gotin 'Ma jin û zanyar be? Hebe tunebe şeytan daxilî nav wan bûye" û bi vî awayî jinên şîfaker hatin kuştin. Paşê qada tenduristiyê ket destê mêran."    Erdogan, anî ziman ku heger mirov di paşeroja qada tenduristiyê nizanibe ne pêkan e ku roja îro fêm bike û got: "Niha hê jî helwesta me jinan a piştevaniyî, aqlê kolektîf, liv û tevgera li gor xwezayê girêdayî kokên me ye. Piştî tiba modern, dewletên pîşesaziyê û endestruyalzmê qada tenduristiyê veguherî tiştekî din. Ên gihan hev jî sermayeya mêran û netew dewlet in."    KEDA JINÊ   Erdogan, destnîşan kir ku bijîşkan pir mudaxileyî avakirina netew dewletan û xizmeta tenduristiyê kiriye û got: "Xizmetên tenduristiyê jî wekî qadên din ne dûrî baviksalariyê ye. Li seranserê cîhanê di qada tenduristiyê de keda jinê ji sedî 70 ye. Ev rêje li Tirkiyeyê jî wiha ye. Li Tirkiyeyê ji sedî 45 bijîşk in û ji sedî 90 jî ebe û hemşîre ne. Gava em wekî ekîb lê mêze bikin rêjeya keda jinê pir zêde ye. Di qada xizmeta tenduristiyê keda jinê zêde ye."    ASTENGÊN ZAYENDPARÊZ    Erdogan, anî ziman ku li nexweşxaneyan jî şideta fizîkî, zayendî, derûnî û aborî heye û got: "Bi taybetî jî di mekanîzmayên wekî rêvebirî, biryargirtin û kadameiyê de bi astengên zaynedparêz re rû bi rû dimînin. Di dema şewbê de jî gava em li branşên creahiyî mêze dikin, piranî jî mêr in? Ma ev tiştekî rasthatinî ye? Gava jin li nexweşên cerahiyî û di beşa awarte de mêze dikin û nexweşxaneyan bi rê ve dibin em dibînin ku pirsgirêk pir kêm in. Hebûna me ya jinan a li van qadan zehmet e. Ev qad di bin nîrê feraseta mêrî de ye. Ji ber rolên me yên zayenda civakiyî hin pîşe li ji bo me fesilandine. A herî berbelav jî hemşîretî ye. Li gor feraseta mêrî, ev qada qadeke jinane ye. Hem keda hemşîretiyê kêm tê xistin hem jî roleke civakiyî lê tê barkirin. Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jin, rol û pîşeyên wekî nikaribin pêşî li karkeriya nav malê bigirin layiq tên dîtin. Ev jî şideta herî mezin e."    BARÊ GIRANTIR BÛYE   Erdogan, destnîşan kir ku di pêvajoya şewba Covîd-19'yê de barê kedkarên tenduristiyê yên jin pir giran bûye û got: "Jin tenê li nexweşxaneyan li dijî şewbê tênakoşin. Hem karkerên mala xwe ne, hem jî li zarokên xwe mêze dikin. Yanî barê kar pir giran ûye. Di şewbê de heger rihetbûnek çêbûbe baş zanibin ev ji ber keda jinê ye."    Her wiha Erdogan, destnîşan kir ku qada tenduristiyê divê ji hiyerarşiyê xalî bibe û got: "Berî her tiştî divê wekhevîparêz be. Di qada tenduristiyê de jî pêdivî bi demokratîkbûyînê heye."    MA / Semra Tûran