Xeta sor a jinên kurd: Yekitiya neteweyî ye 2017-12-24 10:11:13 AMED – Jinên kurd li Amedê li hev kom bûn û her çiqas nêrînên wan ên siyasî û bîrdozî ji hev cuda be jî yekitiya neteweyî wekî “xeta sor” pênase kirin û ji bo yekitî pêk bê nîqaşên û plansazî kirin.    Jinên kurd li Amedê “Yekitiya neteweyî” nîqaş kirin. Berî ku jin li Otêla Dêmîrê kom bibin, polîsan avahî bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Mijara sereke ya civînê li dijî alozî û qeyranên li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê, dê jin çawa têkoşîn bidin û dê di mijara “Yekitiya neteweyî ya kurd” de têkoşînek çawa birêve bibin, yek bi yek xalên girîng hatin destgirtin.    JI SIYASETMEDARAN HETA HUNERMENDAN JI HER NÊRÎNÊ JIN HEBÛN    Di nav pêkhateyên civînê de karsaza kurd a li Herêma Federal a Kurdistanê Ferda Cemîloglu, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Wekîla HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca ku êzidî ye û bi salan li Parlamentoya Ewropa behsa têkoşîna kurdan kir, nivîskar û rojnameger Nurcan Baysal, Endama Lîjneya Rêveberiya Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) Yuksel Genç, hunermenda ji Rojava Mizgîn Tahîr, Endama Hereketa Azadî û aktîvîst aktîvîsta xebatên jinan Duysal Karatş û Gulten Kaya jî hebûn. Ji siyasetmedaran bigire heta hunermendan, ji jinên bi KHK’iyan hatin îxrackirin heta Dayikên Aştiyê û gelek jina amade bûn. Cara yekemîn ji her nêrîn û siyaseta cuda jin li hev kom bûn û li ser yekîtiya gelê kurd nîqaş kirin.    RÛHÊ HEVPAR ‘YEKITIYA NETEWEYÎ’ YE    Di civînê de êrîşên zayendî, tundî û tacîza li dijî jinan ku bi şerê li Rojhilata Navîn re her roj zêdetir dibe hat nîqaşkirin û behsa têkoşîna parastina jinên kurd ku axa xwe diparêzin hat kirin. Yek ji xala ku herî zêde jin li serê sekinîn “Yekîtiya neteweyî” bû û dê ji niha şûn ve çawa ji bo vê yekê têkoşînê bimeşînin. Li gorî jinan heke kurd bibin yek dikarin azad bibin. Yek ji van pêşengên avakirina yekîtiyê jî jin in.    Li gorî hin jinan azadiya kurdan di pergel ali Bakûrê Sûriyê ango li Rojava li pêş dikeve û li gorî hinan jî azadiya kurdan bi dewletek kurdan mimkûn e. Nêrînên dijberî hev her çiqas hebûn jî lê dîsa xal û rûhê hevpar yekîtiya kurdan wek xeta xwe ya sor dan nîşandan. Her jinên derket kursî axivî behsa têkoşîna jinên kurd û yekîtiya gelê kurd kir.    ‘BILA JIN HEV HES BIKIN’   Jinan, nêrînên xwe yên kurd çima li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê bi parçene bi hev re parve kirin. Dest pê kê Dayîkek Aştiyê derket kursiyê. Dayika Aştiyê diyar kir ku bi salene ji bo azadiya kurd têdikoşe û ji bo ve yekê bedelên dane. Dayîkê got ku divê jin ji hev hes bikin û destên xwe bixin bin kevir.     Heseroka ÎHD’ê Eren Keskîn, diyar kir ku “yekitiya neteweyî” divê xeta sor a kurdan be û wiha axivî: “Kurd necarin ku hej hevdû bikin. Di mijara Kurdistanê de têgînên me, divê neşibin têgînên çep ên li ser me tên ferz kirin. Divê kurd bi xwe rêya xwe xêz bikin. Di vê rêde, em dibînin ku jinên kurd heya dawiyê pêşengtiyê dikn. Ji bo yekitiya Kurdan Leyla Qasim û Sakîn Cansiz têkoşiyan.”   CARA YEKEMÎN BEŞDARÎ HEVDÎTINEK WIHA BÛ   Di nava jinên hevdîtinê ya herî balkêş Gulîstan Tokdemîr a ji Semsûrê hatibû. Gulîstan, hunermendek herêmî ya Semsûnê bû û bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî hevdîtina jinan bibûn. Gulîstan anî ziman ku cara yekemîne beşdarî hevdîtinek wiha dibe û wiha got: “Bi kincên xwe ne tenê Semsûrê, dixwazim hemû  gelê kurd temsîl bikim.”     JINÊN ÊZIDÎ BI BÎR ANÎN   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca jî, diyar kir ku li dijî gelê kurd hemû hêzên şer bûne yek û divê gelê kurd vê yekê qebûl nekin. Uca ya bi xwe jî Êzidî, di axaftina xwe de bal kişand ser jinên Êzidî û wiha bilêv kir: “Di êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de, 3 hezar jinên Êzidî dîl hatin girtin. Ji bo em bibin dengên van jinan jî, yekîtiya neteweyî pir girînge.”   Yek ji navên girîng ên hatin hevdîtinê, Yuksel Avşar a di sala 2011’an de li Ardahanê wekî bernamzeta Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatibû nîşandan. Avşar got  ku diviyabû berî hemû kesê jin “Bûbûna mîlîtanên aştiyê.” Avşar, dest nîşan kir ku  berî her tiştî divê gelê kurd bibin yek.   BIRYARA PLATFORMA YEKITIYA JINÊN KURD     Di  dawiya hevdîtinê de pêşniyar hatin kirin. Jinan hemûyan pêşniyara yekitiya jinên kurd kirin û xwestin di vê çarçoveyê de xebatên rêxistinbûyîn bên kirin. Di bin navên cuda de platform hat pêşniyar kirin û di encamê de biryara “Platgorma Yekîtiya Jinên Kurd” hat girtin. Di dawiya hevdîtinê de, jinan bi hev re dirûşmên “Yekitiya Jinên Kurd, Yekitiya Kurdistanê ye” berz kirin û guvend gerandin.    Hunermend Mîzgîn Tahir, bi kîlamên gotin re jin hestiyar bûn, lê jinan bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî” ew kêliyên xemgîniyê ser xwe avêtin. Ji ber ku jinan banga “Em bang li hemû jinên ji ber şîngirtinê sewtiyane dikin ku, werin em hêza xwe bi yên dinre mezintir bikin” kiribûn.   MA / Zuhal Atlan