Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan 2020-05-11 14:15:40   AMED – Aktîvîstên TJA’yê û Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, li navçeya Sûrê li deriye gelek malan dan û Roja Dayikan pîroz kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya Roja Dayikan de li navçeya Sûrê ya Amedê derî bi derî geriyan û diyariyan belav kirin. Aktîvîstên TJA’yê û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn tevlî bernameyê bûn û li Sûrê serdana gelek malbatan kirin. Aktîvîstên TJA’yê û Tosûn, li gorî mesafeya fizîkî, diyariyên ku amade kiribûn li jinan belav kirin û Roja Dayikan pîroz kirin.