HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir 2020-05-11 15:36:50 COLEMÊRG - Heyeta ku di nav de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî heyî ziyaretî goristana ku hatî texrîbkirin kir. Aydenîz, bertek nîşanî êrîşan da û got: "Bi van êrîşan em dibînin ku AKP têk diçe. Lê li hemberî van êrîşan em ê bi yek dengî, yek rengî têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî vê hovitiyê em ê demokrasiyê, azadiyê û aşitiyê biparêzin." Di rojên dawî de êrîşên li dijî goristanan berdewam dikin. Li Gever, Mûş, Wan, Farqîn û Çewlikê gorên endamên PKK'ê rastî êrîşan hatin. Herî dawî li taxa Ormanê ya navçeya Geverê û Gundê Hespist ê Hezexa Şirnexê gor û goristan rastî êrîşan hatin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz, Parlementerên HDP'ê Muazzez Orhan, Saît Dede, hevserokên HDP'ê yên Colemergê û navçeya Geverê gorên ku rastî êrîşan hatin ziyaret kirin.    Li ser goristanê Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û diyar ku êrîşên li dijî  goristanan tê wateya qedandina AKP û MHP'ê û wiha got: "Me îro li Geverê  goristan yek bi yek geriyan û me careke din dît ku bi hovane êrîşî goristana kirine. Ev êrîşe ne tenê li Geverê,  Çewlîgê, Amedê û  gelek deverên din ên Kurdistanê pêk hatin. Ev êrîşe jî tiştekî nîşanî me dide, tifaqa  AKP û MHP ber bi qedandinê ve diçin ji ber wê bi tirs û hovane êrîşî goristanê dikin. Ji ber ku destê wan de mirovahî,exleq,hiqûq  nema ye. Destê wan de tenê tundî û hovitî maye. Ji ber wê vî rêbazî bikartînin. Tu olan de, tu exleqan de êrîşkirina goristana tune ye. Bila hemû cîhan  vê  hovitiyê bibîne. Ev hişmendiye hişmendiya DAÎŞ'ê ye. Dema ki DAÎŞ'ê êrîşî mirovahiyê kir, dest pê kê êrîşî goristanan kir. Ev hişmendiye hişmendiya DAÎŞ ye. Tenê êrîşî nirxên kurdan dikin. Li cîhanê de  exleqekê dijminahiyê heye,lê em di van êrîşan de dibînin ku exleqê dijminahiye jî nema ye. Ger aşitîxwaz bûna  şûna li hemberî hiqûq sekinandin,  wê li hemberî DAÎŞ'ê bisekinina. Bila hemû aşitîxwaz,hiqûqnas û parazvanên mirovahiyê bizanibin ku îro faşîzma AKP û MHP'ê mirovahî girtiye dest. Lê bila bizanibin ku  bi van polîtîkayan ew ê nikaribin pêşiya tunebûna xwe bigirin. Bi van êrîşan em dibînin ku AKP têk diçe. Lê li hemberî van êrîşan em ê bi yek dengî, yek rengî têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî vê hovitiyê em ê demokrasiyê,azadiyê û aşitiyê biparêzin. Em bang li hemû cîhanê dikin, pêwîste ku  gelê kurd tenê nehêlin. Li ser pirsgirîka kurd dixwazin li Tirkiyeyê bi faşîzmê rêve bibin. Lê em ê destûr nedin û heta dawiyê em ê li gel daxwazên gelê xwe tevbigerin. "      Heyet pişt re malbatên ku gorên xizmên  wan hatine texrîbkirin ziyaretkirin.