Jina rastî êrîşa zayendî hat: Tu kesan piştgirî neda min 2017-12-24 12:12:52   AMED - E.X., ku di 10'ê Kanûnê de li Navçeya Rezan a Amedê rasti êrîşa zayendî hat, diyar kir ku hêj mêrê faîl nehatiye binçavkirin û nehatiye darizandin. E. X. anî ziman ku heta niha ji tu saziyên sivîl û rêxistinên dewletê tu piştgirî negirtiye.    Li navçeya Rezan a Amedê di 10'ê kanûnê de jina rastî tacîzê hat, diyar kir ku hêj tacîzkar nehatiye binçavkirin û girtin. Di 10'ê Kanûnê de E.X. rasti tacîzê hat. Ev yek li pêş kamerayan pêk hat. Lê heta niha têkildarîe mijarê tu lêpirsîn û lêgerîn nehatiye kirin. Kesên sucdar û tacîzkar nehatin binçavkirin û der barê wan de lêpirsîn nehat kirin. E.X. bertek nîşani helwesta rayedaran û saziyên civakî da û wiah got: "Piştî vê bûyerê zarokên min di malê de hatine hepiskirin. Nikarin wan bişînim dibistanê. Ez her dem di nava tirsekê de dijîm. Heta niha ne ji bo min û ne ji bo zarokên min tu piştgiriyek derûnî nehatiye dayîn. Piştî bûyer di medyayê de hat weşandin, he hiqûqnas, ne partiyên siaysî, ne rêxistinên sivîl û civakî û ne jî rayedarên dewletê tu piştgirî nedane min. "