Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e 2020-05-14 13:53:50 AGIRÎ - Malbata Ceylan Akpolat ku li navçeya Xamûrê 4 piştî serlêdana xwe ya ji bo tundiya ku lê hatibû kirin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, berovajiye angaşta întîharê angaşt kir ku keça wan hatiye kuştin. Li mezraya Şirik a gundê Silêman Kombet ê navçeya Xamûrê ya Agiriyê, jina ciwan Ceylan Akpolat (25, ji ber ku tundî lê hatibû kirin serî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê dabû û piştî vê serlêdana xwe bi 4 rojan, jiyana xwe ji dest dabû. Hatibû angaşkirin ku Akpolat li mala xwe daleqandî hatiye dîtin. Malbata Akpolat, serpêhatiya keça xwe vegot. Dayika Akpolat Zozan Kaya û Kekê wê Kasim Kaya, angaşt kirin ku keça wan hatiye kuştin û navê întîharê li kuştina Akpolat hatiye kirin. Destnîşan kirin ku keça wan 7 sal in bi zilamê navê Fecrî Akpolat re zewicandiye û hem hevjînê wê Fecrî Kaya û hem jî dayik û bavê wî tundiyê li keça wan kirine û bi rapora derpkirinê serî li qereqolê daye û ji bo keça wan bergirî nehatine girtin.   NEXWESTIYA ZAROKÊN WÊ BÊ DAYIK BIMÎNIN   Kekê Akpolat Kasim Kaya ku li navçeya Giyadîn a Agiriyê dijî, diyar kir ku gelek caran tundiya fizîkî û derûnî lê xwişka wî hatiye kirin û wiha got: “Beriya 3 salan dema ku hevjînê wê ji bo xebatê ji mal derketibû, xwesî û xwezûrê wê tundî lê kiribûn. Xwişka min giliya wan kiribû û me jî anîbûn mal. Lê ji bo vegera xwişka min timik mezinên malbata xwe dişandin cem me. Me destûr neda ku xwişka min biçe. Lê piştre xwişka min bixwe xwest biçe û got, ‘Zarokên min hene, naxwazim bê dayik bimînin’. Kesên ku xwişka min kuştine xwesî û xwezûrê wê Afiye Akpolat û Kasim Akpolat in. 3 zarokên xwişka min hene, yek jê hê 3 mehî ye.”   LI ŞÛNA PARASTINÊ CEZAYÊ PERE BIRÎNE   Kaya, destnîşan kir ku piştî vê bûyerê salek şûn de dîsa xwesî û xwezûrê wê tundî lê kirine û ev tişt got: “Dîsa xwişka min li bavê min geriya û got ku malbata hevjînê wê tedê lê dikin. Bavê min xwişka min anî û 3 mehan li cem me ma. Dîsa ji bo zarokên xwe neçar ma ku biçe. Lê tundî li ser bi awayekî sistematik berdewam kir. Xwîşka min vê carê bi awayekî xwe ji wan rizgar kiriye û çûye li qereqolê giliya wan kiriye. Ji qereqolê jî wê birine nexweşxaneyê û bijîjkê rapora derpkirinê danê û 3 hezar TL cezayê pere li malbata hevjînê xwişkar min birîne. Dewlet di vir de şaşiyek mezin dike. Li şûna cezayê pere diviya ku wê parasta. Jixwe piştî vê yekê bi 4 rojan xwişka min jiyana xwe ji dest dide.”   ŞOPÊN DERBAN LI GERDANA WÊ HEBÛNE   Di berdewamê de Kaya, da zanîn ku Fecrî Akbolat û malbata xwe cenazeyê xwişka wî li ber nexweşxaneyê hiştine û hewl dane birevin û wiha pêde çû: “3 derbên cuda li gerdana xwişka min hebûn. Wê kuştine lê navê întîharê lê kirine. Heke nekuştibin çima ji nexweşxaneyê direvin. Me di heman rojê de giliya malbatê kir. Kesên ku xwe întîhar dikin ji hewla riha gerdana xwe neprûk dikin. Le li gerdana xwişka min tiştek wiha tunebû.”   ÇERMÊ CANÊ WÊ RAKIRINE   Dayika Ceylan Akpolat Zozan Kaya jî weke kurê xwe angaşt kir ku keça wê hatiye kuştin û ev tişt got: “Li laşê keça min gelek derb hebûn. Ji ber ku keça min bi erdê ve kaş kiribûn çermê pişta wê rabûbû. Serçav, dest, pişt, peniya wê tev mor bûbûn. Em daxwaz dikin ku ser vê bûyerê neyê girtin. Ji bo keça xwe edaletê dixwazim. Mirov îşkenceyê wiha li kesekî nake. Ez dixwazim kesên ku êşa keça min bi min dan kişandin bên cezakirin. Bila dengê me bê bihîstin. Ma keseke ku zaroka wê ya 3 mehî hebe întîhar dike? Wê niha kî/ê li zaroka wê binêre.   MA / Ozlem Yayan