Konferansa ‘An azadî an azadî' bi dawî bû 2017-12-24 19:59:18   STENBOL - Konferansa Jinan a Piştevaniya Xemrî (Mor Dayanişma) ku bi dirûşmeya “An azadî an azadî" pêk anîn bi dawî bû.    Konferansa Jinan a Piştevaniya Xemrî (Mor Dayanişma) ku bi dirûşmeya “An azadî an azadî" li Gonulluevi ya Kadikoyê pêk anî bi dawî bû. Konferans piştî nîvro bi mijara tundiya li ser jinên penaber û koçber û parastina cewherî berdewam kir.  Li ser tundiyê û parastina rewa Endama Mor Dayanişma  Julianna Ozen, diyar kir ku jin di malê de tên hepiskirin û wiha got: "Îktîdar ji jinan de dibêje 'Mal ji bo te baştir in. Li wir malbat heye. bav û bira heye.' Jin li malê rastî tundiyê tên. Rastî tundiya derûnî tên. Tundiya derûnî gelek zêde ye."    ‘DI OHAL’Ê DE CÎNAYETÊ JINAN DUQAT ZÊDE BÛ'   Endama Mor Dayanişma  Ayla Yuksel, jî anî ziman ku di serdema AKP'ê û ilana OHAL'ê de tundiya li ser jinan zêde bû û cînayetên jinan duqat zêde bû û wiha got: "Li gorî lêkolîna Meclîsê di sala 2012-2014'an de 14 hezar jin hatin kuştin. Di serdema OHAL'ê de 2 qat zêde bûn. Li Vakfa Ensarê 45 zarok rastkî îstîsmara zayendî hatin. Lê ev têr nakin gelek dane di destê me de tune ye. Ji ber ku dane tên veşartin.    Endama Mor Dayanişma Pelin Songul Çiçek, jî anî ziman ku kes li gorî civaka mêr tên amadekirin û perwerdekirin û wiha got: "Jin di nava girêdanê de tên perwerdekirin. Her dem weki ku jin hewceyî parastinê ye hişmendî tê pêşxistin. Wekî ku divê hinek wan biparêzin pêş dixin.    DIVÊ JINA SERBIXE PÊŞ BIKEVE    Endama Mor Dayanişma Perihan Koca jî anî ziman ku divê tora parastina rewa û serbixwe bê pêşxistin û li gorî jina serbixwe parastin pê rêxistinkirin.    Piştî niqayên konferansê ji bo Koordînasyona Tirkiye ya Mor Dayanişma Selda Ozgur, Julianna Gozen, Cemile Baklaci, Gamze Ozkok, Yeşim Guzel,  Deniz Uslu û Aylin Yuksel hatin hilbijartin.