150 jinên pêşeng ji 20 welatan banga yekitiyê kirin 2020-05-21 15:12:56 NAVENDA NÛÇEYAN - 150 jinên siyasetmedar, rojnameger, nivîskar û akademîsyen ên 20 welatan name ji PDK, KCK û YNK’ê re şandin û banga yekîtiyê kirin.    Di qada navneteweyî de gelek jinên siyasetmedar, nivîskar û akademîsyen name ji rêveberên Koma Civaken Kurdistan (KCK), Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) re şandin. Ji 20 welatan 150 jinan name şandin û banga yekitiyê kirin.    Jinan di nameyê de wiha gotin:    “Mirovayetî xwe li hemberî şewba Covîd-19’ê diparêze lê hin dewlet ji bo ku polîtîkayên xwe yên mîlîtarîst, agresîf û dagirker bidomîne, vî tiştî ji xwe re dikin firsend. Ligel ku krîza tendirustiyê ya global heye jî, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji bo hegemonyaya xwe têkoşîneke li ser bingeha şîddetê dikin.   KURD DÊ QEDERA XWE DIYAR BIKIN     Di sedsala borî de çar dewletên dagirker ji ber pozîsyona wê ya jeostratejîk Kurdistan kirin qada şerekî sîstematîk. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye li ser redkirina polîtîkaya ku nasnameya Kurdan red dike, bûne yek, saziyên navneteweyî û enstîtu jî mafê ku Kurd qedera xwe diyar bikin di warê qanûnî, polîtîk û dîplomatîk de red kirine. Di encama vî tiştî de Kurd gelek caran li hemberî mirovayetiyê bûne armanc û qurbaniyên sûcên şer. Bi vê qirkirinê re dewletan li ser jinên Kurd, wekî metodeke şerekî taybet jin qir kirine.   PARÇE BIKE Û TUNE BIKE    Dewletên ku dixwazin polîtîkayên xwe yên herêmî û global pêk bînin, her dem cihêtiyên di navbera civakan de kiriye hedefa xwe. Di çarçoveya polîtîkayên parçe bike û bi rê ve bibe, lihevnekirinên navxweyî îstîsmar kirine. Dewleta Tirk wekî ku berê jî kiribû, nakokiyên navxweyî yên li Rojava û Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi polîtîkaya parçe bike û bi rê ve bibe û piştre tune bike, dixwaze Kurdan qels bike.   DIXWAZIN HÊZÊN POLÎTÎK ÊN KURDAN QELS BIKIN     Dewleta Tirk ji bo êrîşeke leşkerî ya li dijî herêma Zînî Wertê ya 40-50 kîlometreyan dûrî sînorê Îranê ye û nêzî Çiyayê Qendîlê ya li Başûrê Kurdistanê ye, amadekariyan dike. Parçeyekî vê amadekariyê jî ev e ku, ji bo ku hêzên Kurd wekî nûner li wir bi cih bibin, zextan li hêzên polîtîk ên Kurdan dike. Dewleta Tirk ji bo ku Kurdistanê zêdetir dagir bike û hêzên polîtîk ên Kurdan qels bike, ji bo herêmê bêîstîkrar bike, jê we ye dikare di navbera Kurdan de şerekî navxweyî çêbike.   RIJANDINA XWÎNÊ WÊ ŞER ZÊDETIR BIKE    Tirkiye endamê NATO, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê ye. Ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê jî namzet e. Ligel vî tiştî jî hiqûqa navneteweyî û peymanan bin pê dike. Bêdengiya van sazî û rêxistinên navneteweyî dibe sedem ku dewleta Tirk Kurdan bike hedef. Ya rast dewletên endam, dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan, ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn pêk tîne. Dixwazin stratejiya Kurdan a di warê demokrasî, aştî û îstîkrarê qels bikin, ev tişt were wateya domandina şeran jî, wê hewldanên xwe yên bidestxistina hegemonyayê zêdetir bibin pêş. Lihevnekirina li Zînî Wertê bi tena serê xwe, ne kêşeyeke îstîsnaî ye. Berevajî vî tiştî wê rijandina xwînê provoke bike û şeran zêdetir bike. Bi taybetî jî heke DYE, NATO û Iraq azadiyeke bêsînor bide Tirkiyeyê.   HÊZÊN CÎHADÎST WÊ HERÊMÊ DAGIR BIKIN   Ev ne bi tenê meseleyeke navxweyî ya Kurdan e. Di çarçoveya kaosa di navbera DYE û Îranê de û nakokiyên di navbera komên Iraqê êrîşeke li nêzî Qendîlê, wekî stratejiya dagirkeriyê ya dewleta Tirk wê rê li ber vejîna DAÎŞ û mutefîkên cîhadîst ên dewleta Tirk veke. Heke yek ji van hêzan bixwaze valatiya li vê herêmê dagire, li Başûrê Kurdistanê ya ku piçekî bi îstîkrar e, wê rê li ber krîzeke herêmî ya berfireh veke.  Wekî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê, tê zanîn ku dewleta Tirk dixwaze êrîşî qadên li derveyî sînorê xwe bike. ‘Doza Kurdan’ gelek kes û dewletan eleqedar dike û xwedî rastiyeke wisa ye ku gelekî berfireh e û encamên wê yên herêmî û global hene.   ÇARESERÎ DEMOKRATÎKBÛYÎNE     Yekîtiya di navbera partî û tevgerên Kurd ên ji bo parastina Zînî Wertê û Qendîlê, wê bi tenê bi kêrî Kurdan neyê, em bawer dikin ku wê ji bo aştiya herêmî jî tevkariyeke wê ya mezin hebe. Li gorî me çareseriya doza Kurdan ji bo pêkanîna veguherîna demokratîk a li Rojhilata Navîn wê bibe parçeyekî girîng. Çareseriya aştiyane û adilane ya vê dozê, wê li herêmeke berfireh karibe demokratîkbûnê jî xurt bike. Divê em bi çavekî biçûk li bandora potansîyel a perspektîfa Kurdan a li ser aştiya Rojhilata Navîn nenihêrin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê jî wê bandoreke wê ya mezin hebe.   LI DIJÎ DAÎŞÊ TÊKOŞÎN HAT DAYÎN    Di salên dawîn de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava li ser prensîbên azadî, edalet, jiyaneke bi rûmet û demokrasiyê alternatîfeke demokratîk hatiye avakirin. Jinên Kurd di serî de gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke berfireh kirine, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava jî rêveberiya xweser a demokratîk ava kirine. Vê rola navendî ya jinên Kurd di vê têkoşînê de bi cih anîne, sînorên Kurdistanê derbas kiriye, îlhameke global daye jinan û bûye çavkaniye hêzê. Parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo demokratîzekirina herêmeke berfireh jî şert e.   BI YEKITIYÊ DESTKEFTÎ TÊN PARASTIN   Hikumeta Kurdan a di warê qanûnê û destûra bingehîn de hatiye qebûlkirin, ji dema ku Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê ava bûye, ji bo dewleta Tirk a ku her dem dixwaze daxwazên neteweyî yê gelên Kurd ji holê rake jî bûye wekî kelemekê. Li gorî dewleta Tirk qelsbûna Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ji bo wan serfiraziyek e. Herêma Kurdistanê ya ku herêma herî ewle ya Iraqê ye, ji bo hemû gelê Kurd jî destkeftiyeke mezin e. Em jî bi rêya yekîtiya neteweyî ya Kurdan divê wê biparêzin. Em jin pêşîgirtina vî şerî, li dinyayê pêkanîna aştiyê û jiyana hevpar wekî peywirekê qebûl dikin. Gotina me ya dawîn ev e ku ‘Kurdistan ne qada şerên herêmî û global e, li Rojhilata Navîn divê bibe çavkaniya îlhama jiyana hevpar a di nav demokrasî û aştiyê de.”   Her wiha name ji Serokê Giştî yê NY Antonîo Gûterres, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Marîjîa Pejcinovîc Bûrîc, ji Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen, ji Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, ji Serokê DYE’yê Donald Trûmp, ji Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û ji Serokkomarê Komara Iraqê Berhem Salih re jî hatin şandin.