'Em bedeng namînin' 2017-12-25 15:41:12 STENBOL - Meclîsa Jinên Zanîngeha Stenbol, cînayeta Zulal Tutuncu şermezar kir û wiha got: “Ên ku êrîşî qanûna hejmara 6284 kirin berpirsî cînayetên jinane. Em ê li dijî cînayetên jinan ên zanîngehan bêdeng nemin in.”   Meclîsa Jinên Zanîngeha Stenbol, kuştina xwendekara Zanîngeha Egeyê Zulal Tutuncu şermezar kir. Meclîsa Jinan li ber avahiya navenda Beyazît a Zanîngehê daxuyanî da, pankarta “Em ê ji bo Zulal Tutuncu bêdeng nemînin” vekirin û dovîzên bal dikişînin ser zêdebûna cînayêtên jinan rakirin. Dîlara Gevrek daxuyanî da û zimanê medyayê yê têkildarî cînayetên jinan rexne kir. Gevrek, anî ziman ku di cînayetên jinan de tu hincet tuneye û wiha axivî: “Kujerê Tutuncu ji bo cezayê wî kêm bibe got ‘Pîşmanim.’ Zilamê kujer divê cezayê ku heq kirî ji bo wî bê dayîn. Emê şopdarê bûyerê bin. Polîtîkayên dijminên jinan dibe sedema van cînayetan.”   'JINÊN TÊDIKOŞIN HENE'   Gevrek, da zanîn ku divê hevpeymana Stenbolê  û qanûna hejmara 6284’an bi awayekê aktîf bê bi karanîn û  wiha bilêv kir: “Em jinên zanîngehê, heya dawiyê em ê  li mafê xwe bigerin. Wezaretekê ku me biparêze tuneye, lê jinên têdikoşin hene. Em ê têkoşîna xwe bidomîn in.”