Dayika Gulîstan Dokû: Gulîstan li ku derê ye, kezeba min dişewite 2020-05-29 10:59:50 DERSIM - Dayika Gulîstan Dokû ya li Dersimê winda bû û agahî jê nayê girtin Bedriye Dokû ya li cihê herî dawî Gulîstan lê hat dîtin radiweste, bi gotinên “Gulîstan, em bi şev û roj li te digerin, tu li ku derêyî? Kezeba min dişewite” zêmar lorandin.    Xebata lêgerîna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya li Dersimê di 5’ê çileyê de winda bû û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin 147 rojin li ser Bendava Ûzûnçayir dewam dike. Xwişka Dokû Aygûl Dokû û rêxistinên civak sivîl xwestin ku bendav bê vale kirin. Lê heya niha bi  tu awayî bersiv ji bo vê daxwaza wan nehatiye dayîn.    Rawestanan malbata Dokû ya li cihî herî dawî Gulîstan Hat dîtin dewam dike. Dayika Dokû Bedriye Doku ya li ser Pira Dînar radiweste, bi gotinên “Gulîstan, em bi şev û roj li te digerin, tu li ku derêyî? Kezeba min dişewite” zêmar lorandin.