Zilamê ku Rojbîn Baranê kuşt, wekî ku tiştek nebûbe li taxê digere 2017-12-26 10:04:46 AMED - Zilamê bi navê Şehmus Î. yê Rojbîn Baranê kuşt, jiyana xwe ya rojane didomîne. Cîranên wî diyar kirin ku Şehmus Î. bi awayekî plankirî cinayet pêk aniye.  Li taxa Dîcle ya Yenîşehîra Amedê zilamê bi navê Şehmus Î. (24), piştî ku hevjîna xwe Rojbîn Baran a 20 salî kuşt, hat hînbûn ku jiyana xwe ya rojane didomîne. Şehmus Î. li ber kamerayên JINNEWS’ê li xwe mikurhat ku wî duh bi şev saet di 11’an de dema kes li mal tune bûye, Rojbîn Baran di xew de bi tivingê kuştiye. Lê belê li gel vê mikurhatinê jî, wek tu tişt nebûbe Şehmus Î. li taxê digere.    Hat diyarkirin ku Şehmus Î. ji ber firotina tiryakê ketibû girtîgehê û demek berê ji girtîgehê derketiye. Cînaraên wî gotin ku dema Şegmus Î. di girtîgehê de bûye, Rojbîn Baran çûye cem malbata xwe û xwestiye ji Şehmus Î. biqete. Cînaran diyar kir ku dema Şehmus Î. ji girtîgehê derketiye, Rojbîn Baranê îqna kiriye û li hev hatine. Cînaran got ku hefteyek e jina ciwan hatibû mala xwe.    BI AWAYEKÎ PLANKIRÎ HATIYE KUŞTIN    Cînaran anî ziman ku berî cinayetê bi çend saetan, Şehmus Î. û Rojbîn çûne Goristana Yenîkoyê û serdana gora zarokê xwe yê ku mirî kirine û dema ji goristanê vegeriyane baş dixuyan û dema vegeriyane malê Şehmus Î. hemû ferdên malbata xwe şandine cihekî û ew û Rojbîn Baran bi tenê li malê mane, Cînaran diyar kir ku cinayet bi awayekî plankirî hatiye kirin.    Piştî Rojbîn Baran kuşt, Şehmus Î. hîn jî li taxê digere û hat îdiakirin ku gotiye “Kesekî din jî heye divê ez wî jî bikujim. Heta ez wî nekujim ez ê teslîm nebim.” Her wiha dîsa hat îdiakirin ku haya malbata Rojbîn Baran jî ji cinayetê heye.    Li taxê li serê kuçeyê wesayîteke sivîl tim disekine û tê îdiakirin ku ev wesayîta ya polîsên sivîl e. Şêniyên taxê destnîşan kirin ku ji ber polîs mudaxaleyê Şehmus Î. nake, wisa bi rihetî tev digere.  Malbatê piştî otopsiye cenazeyê Rojbîn Baran demildest ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyubiyê wergirt û li Goristana Yenîkoyê defin kir.