Başaran: Li dijî êrîşan em ê li her derê têbikoşin 2020-06-12 09:41:43 ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bal kişan ser êrîşên li dijî jinan û got: "Li ku derê êrîş hebin, li wê derê bersiva herî mezin rêxistinbûyîna parastina çewheriye. Lewra, ji bo ku em rêxistinbûyîn û dengê xwe bilindtir bikin, em ê bêjin 'Jin li her derê ne.'" Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 8’ê Adarê de li Enqerê starta kampanyeya bi şîara “Em li dijî îstîsmar, înfaz û qeyûman hene, têkoşîna jinan li her derê ye” ya mehekê dewam bike, da. Meclîsa Jinan a HDP’ê, di heftiya yekîn a kampanyayê de wê li dijî “îstîsmarê”, di heftiya duyemîn de “qanûna înfazê”, di heftiya sêyemîn de “tayînkirina qeyûman” û di heftiya dawî ya mehê de jî wê li dijî “tundî û komkujiyên li ser jinan” çalakiyên cur bi cur li dar bixin.   Hevberdevka Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê kampanyaya bi şîara “Jin li her derê ne” dan dest pê kirin de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kirin.   Başaran, diyar kir ku bi pêvajoya pandemiyê re li her derê li dijî vîn û destkeftiyên jinan êrîşên mezin pêk hatin û wiha axivî: “Bi taybetî li welatê me, ev êrîş di asta herî jor de pêk hatin. Bi tayînkirina qeyûman, vîna gel tune hesibandin û bi destên qeyûm jî êrîşî destkeftiyên jinan kirin. Pêvajoya pandemiyê ji bo xwe veguherandin firsetê. Pişt re jî Qanûna Înfazê derxistin.”   TEVKOJİYA ZAYENDΠ   Başaran, Qanûna Înfazê ya jin li dijî wê derketin û desthilatdariyê di Meclîsê de da qebûl kirin bibîr xist û wiha got: “Em mantiqê Qanûna Înfazê baş dizanîn in. Desthilatdariyê bersûcên jin û zarokan, çete, tecawîzkar û mafya berdan. Lê mirovên li ber xwe didin, têdikoşîn di girtîgehan de terkî mirinê kirin. AKP’ê herî dawî ‘Qanûna îstîsmarê’ ya ku weke ‘Zarokan bi kesên tecawîzê wan kirine re zewicandin’ tê zanîn, kirin rojevê. Êrîşên li dijî jinan êdî gihane asta ‘tevkojiya zayendî.’”   ÊRÎŞ BIRÊKÛPÊKIN   Başaran, da zanîn di her demê de li dijî jinan êrîşên polîtîk û bîrdozî hene û wiha bilêv kir: “Lê di vê demê êrîş birêkûpêk bûn. Li aliyekê di nava civakê de kuştinên jinan rewa kirin û li aliyê din jî bêcezakirin meşrû kirin. Bi rêya profesor, pispor, nivîskar, rojnameger û siyasetmedaran ve ev yek meşrû kirin, teşwîq kirin, têkoşîna jinan terorîze kirin û hişmendiyeke êrîşê jinan bike, çalak kirin. Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî tundiya birêkûpêkirî, ji bo ku xeteke têkoşînê bi rêxistin bike, dest bi vê kampanyayê kir. Ji bo ku em bi komî bertek nîşan bidin, bi sazî û rêxistinên jinan re têkoşînek hevpar bi rêve bibin, me biryara kampanayê girt. Di vê demê li dijî van êrîşan têkoşîn pêwîstiya herî mezine.”   LI HER DERÊ RÊXISTINBÛYÎN   Başaran, anî ziman ku ew armanca dikin ku li dijî êrîşan deng derxînin û wiha domand: “Îro bi qanûna îstîsmarê, armanc dikin ku zarokên keç bi kesên tecawî wan kirine re bên zewicandin. Dibin navê ‘zewacê’ de wê zarokên keç mehkûmê tecawîzkar, tacîzkar û tundiyê bikin. Di vîr de têkoşîna hevpar pir girînge. Di vê çarçoveyê de emê hewl bidin rêxistinbûyîna jinan jî pêş bixin. Li cihekê êrîş hebin, li wê derê bersiva herî mezin rêxistinbûyîna parastina çewheriye. Lewra, ji bo ku em rêxistinbûyîn û dengê xwe bilindtir bikin, em ê bêjin 'Jin li her derê ne.' Ger di hemû qadên jiyanê de êrîş hebin, wê demê divê têkoşînek topyekûn bê bi rêve birin. Divê ku em li her derê têkoşînê bi rêxistin bikin.”   BERNAMEYA ÇALAKIYAN   Başaran, derbarê bernameya xwe ya çalakiyan de jî agahî dan û wiha rêz kir: “Emê di demekê ku em hespî malan kirine, em bê ewlekarî hiştine û terkî mirinê kirine de, dengê xwe herî zêde li kolanan bilind bikin. Emê bi jinên Roman, karker, penaber û Elewî re bên gel hev. Em di navbera 17-18’ê Hezîranê de li Mêrsîn, Edene, Îzmîr, Antalya, Mûgla, Wan, Dersim, Amed, Êlih, Mêrdîn, Qers, Enqere, Stenbol û her wekî din kursiyên xemrî danîn. Jin wê bi van kursiyên xemrî pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û tiştên dijîn binîn ziman.”   DEKLARASYONA HEVSEROKATIYÊ   Başaran, dest nîşan kir ku ew ê di heftiya 3’yemîn a kampanyayê de, têkildarî pergala hevserokatî û nûnertiya wekheviyê deklarasyonekê aşkere bikin û wiha got: “Emê deklarasyonê di 24’ê Hezîranê de bi weşînin. Di heman demê de, em ê di heftiya qeyûm de jî, li Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Wan û Enqerê daxuyaniyan bibin û meşan li dar bixin. Di heftiya dawî de jî emê li Edene, Stenbol, Aydin, Agirî, Dersim û Mêrdînê li dijî komkujiyên jinan û cînayetên jinan meşên bi girseyî li dar bixin.”   TÊKOŞÎNA ENTERNASYONALIST   Başaran, bal kişand ser krîsa kapitalîzm a di navê deye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kapitalîzm di nava krîza heyî de cardin dixwaze xwe bi rêxistin bike. Ji ber vê di her qadê de êrîşî jinan dikin. Em jî armanc dikin ku li dijî vê têkoşîna enternasyonalîs û yekgirtî bihonin. Êrîş, tenê ji navendê û bi yek nêrînê tên kirin. Ji ber vê em xebatên xwe yên dîplomatîk ên qada navneteweyî jî bi rêve dibin û hewl didin bi hemû jinan re bên gel hev.”   MA / Bêrîvan Altan