Karaoglan a TJA'yî: Em xwe diparêzin li dijî polîtîkayên şerê taybet

  • jin
  • 09:05 8 Mijdar 2020
  • |
img
AGIRÎ - Aktivîsta TJA'yê Hacer Karaoglan, anî ziman ku ji bo jin xwe biparêzin kuçe bi kuçe û tax bi tax digerin û jinan serwext dikin û got: "Li dijî polîtîkayên şerê taybet xwe diparêzin." 
 
Kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" a Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di 15'ê Îlonê de dabû destpêkirin didome. Jinn TJA'yî ku li gelek bajaran mal bi mal û kuçe bi kuçe digerin û xwe digihînin jinan, derbarê kampanyayê de jinan serwext dikin. 
 
Aktivîsta TJA'yê Hacer Karaoglan, derbarê kampanyayê de axivî. 
 
‘EM LI DIJÎ KEDXWARIYÊ LI BER XWE DIDIN' 
 
Karaoglan, anî ziman ku heya meha Mijdarê di çarçoveya kampanyayê de xebatên serwextkirinê dikirin, lê belê di Mijdarê de daketine kuçeyan û got, armnaca wan ew e ku bi kampnayayê têkoşîna li dijî feraseta mêrî, polîtîkayên asîmlasiyonê, êrîşên li ser goristanan, êrîşên li ser çand, kedê û bedena jinê bilind bikin. Karaoglan, diyar kir ku 25'ê Mijdarê roja têkoşîna ya jinên li dijî şideta dewleta mêrî li ber xwe didin bixwe ye û got: "Em jinên kurd jî çil sal in li dijî şidetê têdikoşin. Niha em TJA, li dijî polîtîkayên kedxwariyê yên pergalê ku li gelê kurd û jinan tê ferzkirin xweparastinê qewî dikin." 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET 
 
Karaoglan, bal kişand ser polîtîkayên asîmlasiyonê û got: "Eskeran li YÎBO'yên ku xwendekarên jin lê ne bi cih dikin. Armanca vê ya sereke ku jina kurd qels bike. Jinên kurd bi taciz, tecawiz û êrîşên esker û polîsan re rû bi rû dimînin. A rast ev polîtîkaya dewletê ye. Divê em gotina çawîşê pispor ê kujerê Îpek Erê bibîr bixin ku gotibû 'Tiştek bi min nayê." Ew çawîş paşê hat berdan. Dewlet xwedî lê derket. Ev encama polîtîkayên şerê taybet e ku li Kurdistanê tê birêvebirin. Em bi têkoşîna xwe van polîtîkayên şerî pûç dikin. Em jin, xwe diparêzin." 
 
BAL DIKIŞÎNIN SER TECRÎDÊ 
 
Karaoglan, bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got, tecrîd sînorek e ku di navbera gelê kurd û Ocalan de hatiye danîn. Karaoglan, diyar kir ku jin bi paradîgmaya azadîxwaz a jinê ya Ocalan destkeftiyên mezin bi dets xistine û got: "Tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê. Rakirina tecrîdê, dê ji bo mirovahî û aştiyê xizmetek e mezin be. Dê li Rojhilata Navîn çareserkirina şerê di navbera gelan de jî bi saya  Ocalan pêk bê. Em di civînên xwe yên li taxan û malan de bal dikişînin ser tecrîda li ser Ocalan." 
 
XWEPARASTIN 
 
Karaoglan, anî ziman ku li Agiriyê mirina gumanbar a jinan zêde bûye û lewma kampanyaya xwe li Bazîdê bênavber didomînin. Karaoglan, destnîşan kir ku heya niha ji ber mirinên gumanbar ên li Agiriyê kes nehatiye darizandin û got, cinayetên jinan polîtîk in û li dijî vê divê xwedî li fikra azadîxwaz a jinê bê derketin. Karacaoglan got: "Em ji bo xwe bigihînin jinan em bi şev û biroj dixebiin. Em çi qasî xwe bigihînin jinan em ê ew qasî xurt bibin. Em ê bernameyên ku me diyar kirine pêk bînin. Em ê bi berxwedanê xweparastina xwe pêk bînin." 
 
MA / Dîndar Karataş