‘Me şideta veşarî ya li nav malê aşkere kir'

  • jin
  • 09:01 10 Mijdar 2020
  • |
img

ÊLIH - Kampanyaya "Em xwe diparêzin" a TJA'yê didome. Aktivîsta TJA'yê Gulîstan Sonuk, anî ziman ku eleqeyeke zêde ji bo kampanyaya wan heye û got: "Di dema kampanyayê de şideta veşarî ya li malê li jinan tê kirin aşkere dikin."

Kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" a Tevgera Jinên Azad (TJA) bênaber diome. Kampanyay li ser asasên dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dijî êrîşên siyasî, taciz, tecawiz, asîmlasiyon û baweriyan hatiye destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Êlihê jî li tax, gund û navneda bajêr jin li hev kom dibin û panel û atolye tên lidarxistin. 
 
Berdevka TJA'yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, anî ziman ku 2 mehên kampanyayê qediyane û eleqeyeke zêde ji bo kampanyayê heye. 
 
BÛYERA ÎPEK ERÊ 
 
Sonuk, diyar kir ku di serdemeke ku dewletê êrîşên xwe zêde kirine de kampanya dane destpêkirin û got, li dijî êrîşên derûnî, zayendî, aborî, dîjîtal û fizîkî li hemû qadên jiyan xwe bi rêxistin dikin û diparêzin. Sonuk, destnîşan kir ku li herêmê êrîşên li jinan tên kirin û pevçûnên tên kirin girêdayî hev in û got, ji ber vê êrîş zêd bûne. Sonuk, ji bo vê jî îşaret bi bûyera Îpek Erê kir. Sonuk got: "Ev bûyer, girêdayî polîtîkayeke bi zanebûnî ye. Di şexsê Îpek Erê de êrîş anîn ser jinên kurd. Ev polîtîkayên şerê taybet in. Senaryoya li ser maseyê amade kirin, dû re pêk anîn. Mûsa Orhan, Îepk Erê revand û derman daye û dû re tecawizî wê kir. Berdewamiya senaryoyê jî tu ceza li çawîşê pispor nebirîn û wî berdan. Ev pir zelal û aşkere ye; dixwazin bi vê jinan çavtirsandî bikin." 
 
MAL BI MAL DIGERIN 
 
Sonûk, destnîşan kir ku li dijî van êrîşan kampanyay xwe dane destpêkirin û got: "Em û jinan li hev kom dibin û em behsa kampanyaya xwe dikin. Em ji jinan re dibêjin, gava bi êrîşan re rû bi rû bimînin divê çi bikin. Em li gund û taxan diçin malan. Em biçin kîjan mal, em dibînin ku ji ber ku ceza li Mûsa Orhan nehatiye birîn pir bihêrs in. Jin dibêjin ev polîtîkayeke dewletê ye û dewlet ceza li 'zilamê' xwe nebiriye. Gava em diçin malan jin dibêjin dibe ku em bi we re naxebitin, lê belê ew jî li malên xwe, li tax û gundên xwe kampanyayê didomînin." 
 
ŞIDETA VEŞARΠ
 
Sonuk, destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê de şideta li nav malê aşker dikin û got: "Malên em çûn wan, gelek tiştên veşarî derketin holê. Gava em diçin û jin çav li me dikevin xwe bihêz hî dikin. Mesela, gazî yekê ji me dikin û wan dibin hundirê odeyê û tişta hatiye serê wan dibêjin. Ev tenê ne diyardeyeke ku bi Êlihê re bisînor e." 
 
Sonuk, diyar kir ku gelek jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin, berê wan didin xeta şidetê ya hesabê wan ên medyaya sosyal û ji wan re dibêjin heger tiştek biqewime dikarin bi telefonê xwe bigihînin me. 
 
Her wiha Sonuk, diyar kir ku jinên ku ew xwe digihînin wan pirsgirêkeka wan a mezin jî aborî ye û ji bo azadiya aboriyî jî tiştên ku divê jin çi bikin nîqaş dikin. 
 
Sonuk, destnîşan kir ku dê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya Li Dijî Şidetê de rêxistinbûyîna jinê xurtir bikin. 
 
MA / Fethî Balaman