Yuceer a CHP'î: Em budçeyeke li gor asasyên zayenda civakî dixwazin

  • jin
  • 09:01 10 Mijdar 2020
  • |
img

ENQERE - Parlementera CHP'ê Candan Yuceer, ji bo hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê anî ziman ku tê xwestin desteftiyên jinan ji holê bên rakirin û got: "Ew ê her tim budçeyeke li gor asasên zayenda civakî biparêzin." 

Li Komîsyona Teklîfa Ji Bo Budçeya 2021'ê didome. Budçeya tê amadekirin ji hêla partiyên muxalif ve wekî budçeyeke ku "jin di nav de tune ne" tê pênasekirin. Parlementera CHP'ê ya Tekirdagê Candan Yuceer budçeya ku "jin daxilî nav nehatine" kirin nirxand. 
 
Yuceer, anî ziman ku budçeya heyî dev ji çareserkirina pirsgirêkên jinan berde, dê pirsgirêkên jinan kûrtir bike û got: "Çima werê dibêjim. Ji lewra ji zû de ye li dijî Peymana Stenbolê kampanyayeke negatîf tê birêvebirin. Mixabin Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê, Wezîrê Dadê û yên din pêşengiya vê kampanyayê dikirin û xwe li bêdengiyê datînin." 
 
JIN NE DI NAV DE YE 
 
Yuceer, bibîr xist ku bilêvkirina "budçeyeke li gor zayenda civakiyî" hatiye betalkirin. Yuceer, diyar kir ku ji dêvla vê bilêvkirina "budçeya li gor wekheviya firsendî ya jin-mêr" hatiye bicihkirin û got: "Planên pêşxistinê beyanine îradeyê ne. Dibêjin îstihdama jinê, lê belê ev hemû tenê li ser kaxezê dimînin. Heger hûn rabin budçeya li ser asasên zayendiya civakiyî betal bikin, jixwe hûn ê di nav budçeyê de derbarê jinê de tiştekî nebînin." 
 
FERASETA KU JI NAVÊ JINÊ DITIRSE 
 
Yuceer, destnîşan kir ku bi vê budçeyê çav berdane mafê nefeqeyê yê jinê jî û got: "Îcraata ewil a wezaretê ev bû. Di bin navê 'nefeqeyeke hîn adiltir' komcivîn tên çêkirin. A rast di komcivînan de bi feraseteke mêrî dijminatiya jinan hat kirin. Mafê nefeqeyê xesp dikin. Em bi van re mijûl dibin. Dev ji daxilbûna jinê ya nav budçeyê berde, çav berdane mafên jinan. Lewma ez vê budçeyê ji yên din vediqetînim. Di Wezareta Malbat, Xebat û Civakiyê de navê jinê jî tune ye. Li ser kaxezê jî bûna derbarê çareserkirina pirsgirêkên jinan îradeyek hebû, lê niha wê jî rakirine û em karin bibêjin ku ev budçeyeke ku mafên jinan xesp dike. Feraseteke ku ji navê jinê ditirse heye." 
 
‘PÊDIVÎ BI TKOŞÎNÊ HEYE' 
 
Yuceer, destnîşan kir ku divê budeyeke li gor zayenda civakiyî hebe û got: "Gava ji b her wezaretê budçeyek tê çêkirin, divê ev yek jî esas bê girtin. Divê ev îrade bi awayekî yekpare bê nîşandan. Jin jî ferd in û mafên wan hene û pêkanînan van mafan peywira dewletê ye û ji bo astengiyên li pêş vê yekê bên rakirin hin xebat divên. Pêdivî bi îradeyeke xurt heye. Lê belê em niha dibînin ku feraseteke ku li ser kaxezê jî alerjiya wê ji wekheviya jin-mêran heye. Helbet li cihekî werê çareserkirina pirsgirêkan zehmet e. Lê dibê ev yek jş têkoşîna me xurt bike. Ên qîmetê didin wekheviyê, qîmetê didin mafên mirovan û mafên jiyanê divê bitêkoşin." 
 
MA / Zemo Aggoz