TJA'yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de fîlm nîşan da

  • jin
  • 15:12 10 Mijdar 2020
  • |
img
WAN – TJA’yê di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” û çalakiyên 25’ê mijdarê de li Wanê fîlm nîşan da.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” û çalakiyên 25’ê mijdarê de li Wanê fîlm nîşan da. TJA’yê, li Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê fîlmê bi navê “Gelo niha bi kuder ve?” nîşan da. Gelek jin tevlî seyrî film bûn. 
 
MIJARA FÎLM
 
Fîlmê navborî ji aliyê derhênera lubnanî Nadîne Labakî ve hatiye kişandin. Mijara fîlm neyartiya misilman û xiristiyanan a li hemberî hev a piştî agahîgirtina pevçûnan û korkirina neyartiya ya bi destê jinan pêk tê ye.