Li Mêrdînê bernameya 25’ê Mijdarê hat eşkerekirin

  • jin
  • 11:27 11 Mijdar 2020
  • |
img

MÊRDÎN – TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Mêrdînê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bernameya çalaki û şahiyan eşkere kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Mêrdînê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinan a Navnetewî de bernameya çalakî û şahiyan eşkere kir. Bernameya jinan dê di 14’ê mijdarê de dest pê bike û heta 25’ê Mijdarê bidome.
Bernameya jinan a 25’ê Mijdarê wiha ye:
 
Di 13’ê mijadarê de li navçeya Artûklûyê dê şahiya wêneyên jinên hatine qetilkirin nîşan bidin û firandina nepoxan were lidarxistin.
 
Di 13’ê mijdarê de jin dê kart û pirtûkan ji jinan re bişînin.
 
Di 14’ê mijdarê de li navçeya Dêrikê dê li baxçeyên zeytûnan bi jinan re hevdîtin were kirin.
 
Di 16’ê mijdarê de li navçeya Nisêbînê xebata atölyeye were lidarxistin.
 
Di 19’ê mijdarê de li Geliyê Xursê ya bi ser navçeya Qoserê ve li dijî tundî û qetilkirina jinan nepox werin firandin.
 
Di 21’ê mijdarê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrdînê nîşandana wêneya were lidarxistin.
 
Di 22’ê mijdarê de li navçeya Qoserê dê hevdîtina jinan were lidarxistin.
 
Di 25’ê Mijdarê de dê li Mêrdîna dîrokî ango kevn meş were lidarxistin.