7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Endama Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor

  • jin
  • 13:28 11 Mijdar 2020
  • |
img
AMED – Li Narîn Gezgor ku di doza Komeleya Jinan a Rosayê de dihat darizandin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
 
 
Di 8’ê hezîranê de di çaroveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de li dijî Komeleya Jinan a Rosayê operasyoneke binçavkirinê hatibû lidarxistin û gelek endamên komeleyê hatibûn binçavkirin û girtin. Yek ji van kesan kî endama komeleyê Narîn Gezgor bû. Gezgor, piştî demeke hatibû berdan û darizandina wê ya bi angaşta “endamtiya rêxistinê” berdayî didome. 
 
DOZGER CEZA XWEST
 
Danişîna biryarê ya doza Gezgot li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Gezgor tevlî danişînê nebû. Parêzerên wê Elîf Tîrenç Ûlaş û Semra Balyan tevlî danişînê bûn. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe dubare kir û bi sûcdariya “emdamtiya rêxistinê” ji bo Gezgor daxwaza ceza kir.
 
PARÊZERAN BERAETÊ XWESTIN 
 
Parêzerên Gezgor, li dijî mutalaaya dozger derketin û diyar kirin ku şertên ku Gezgor weke “endama rêxistinê” bê nirxandin pêk nehatin û şahidê nepen hatiye arestekirin û daxwaz kirin ku Gezgor bê beraetkirin û şertê kontrola edlî yê derabrê Gezgor de bê rakirin. 
 
CEZA HAT BIRÎN
 
Piştî navberdayînekê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 mehan ceza li Gezgor birî.