Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Kadikoyê bin

  • jin
  • 15:50 11 Mijdar 2020
  • |
img
STENBOL – Rêxistinan jinan ragihandin ew ê di 25’ê Mijdarê de li Kadikoyê li meydanan bin.
 
Gelek rêxistinên jinan wek platformekê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinan a Navnetewî daxuyaniya nivîskî da. Rêxistinên jinan diyar kir ku jin li çar aliyên cîhanê ne û bi bedelên giran ji bo maf, jiyan û destkeftiyên xwe têkoşînê didin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna jinan a li cîhanê belav bûye sînoran derbas kiriye û ew têkoşîna xwîşkên hev Mîrabel dihûnînin û ji bo jiyanek azad û wekhev dengê xwe bilind dikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew li dijî êrişan raperîna xwe mezin dikin û ew roja 25’ê Mijdarê bi ruhê berxwedanê li Kadikoyê li hev dicivin û dê saet di 19.30’an de çalakî li dar bixin.