Li Meletiyê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 09:27 12 Mijdar 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meletiyê, jina bi navê Emîne P. ji aliyê hevjînê xwe Mehmet P. yê ku ji ber tundiya lê dikir biryara dûrxistinê ji bo wî hatibû dayîn ve, hat qetilkir.  
 
Di apartmaneke li Taxa Zaviye ya girêdayî navçeya Çermiktî ya Meletiyê, dayika 3 zarokan Emîne P. ji aliyê hevjînê xwe Mehmet P. yê ku ji ber tundiya lê dikir biryara dûrxistinê ji bo wî hatibû dayîn ve, hat qetilkirin. Qatil Mehmet P., dûre ji cihê bûyerê reviya. Piştî demek kurt Mehmet P., hat binçavkirin. 
 
Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, cenazeyê Emîne P., ji bo otopsiye rakirin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.