Endamên DAKAP’ê ligel astengiya polîsan jî çîrokên jinan xwendin

  • jin
  • 16:58 12 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Endamên DAKAP’ê bi boneya 25’ê Mijdarê xwestin li Qada Deriyê Çiyê xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, lê polîsan ew asteng kirin. Jin li ser vê  yekê  li parkê kom bûn û çîrokên 41 jinên hatibûn qetilkirin nexwendin. 

 
Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, xwestin li Qada Deriyê Çiyê jinên hatine qetilkirin bibîr bînin. Lê polîsên ku jin kirin dorpêçê, bi hinceta pandemiyê destûr nedan ku daxuyaniya bîranînê li dar bixin. Jinan dure bi amîrên polîsan re hevdîtinek kurt kirin û di encama hevdîtinê de, jin li parka li kêleka Qada Deriyê Çiyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Wekîla HDP’ê Remziye Tosûn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Jinan di daxuyaniyê de wêneyên jinên hatibûn qetilkirin û dowîzên çîrokên wan li ser nivîsandibûn hilgirtin. Polîsan di dema daxuyaniyê de, dest danîn ser wêneyê siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Fransayê û wêneyên Sêve Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatibûn qetilkirin. 
 
'HER ROJ JIN TÊN QETILKIRIN’
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya daxuyanî da û wiha axivî: “Di vê erdnigariyê de her roj jin tên qetilkirin. Zilamên ku bi rola bav, bira û hevjîn radibin, her roj jinan qetîl dikin. Hemû jinên ku hatine qetilkirin hêvî û daxwazên wan ên ji jiyanê hebûn. Lê ew jin tevî biryara parastinê dîsa hatin qetîlkirin. Ji ber Peymana Stenbolê nehat sepandin jin tên qetilkirin. Dewletê bi vê helwesta xwe qetilkirina jinan erê kiriye.”
 
Kaya, berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê hertim li gel jinên ku hatine qetîl kirin û destdirêjî û tecawziî wan hatiye kirin bin. Heta ku qanûn bên sepandin û kuştina jinan bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku dewlet qanûnên li gorî mêran çêdike, jin tên qetilkirin em vê napejirînin. Em ê bi xweparastina xwe pêşiya kuştina jinan bigirin.”
 
ÇÎROKÊN 41 JINAN
 
Jinan piştî axaftinê, dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Cînayetên jinan polîtîkin” berz kirin. Jinan piştî deqeyek rêzgirtinê çîrokên 41 jinên hatibûn qetilkirin xwendin.